Li Cizîr û Kerboranê jî ji bo Lîcê ciwan daketin kolana
02:39
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê û navçeya Kerboranê ya Mêrdînê, endamên YDG-H'ê li hember komkujiya ku li Licê pêk hat çalakî derxistin û bi polîsan re pevçûn.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê endamên YDG-H'ê ji bo komkujiya Licê şermezar bikin, li ser riya Nîsêbînê agir pêxistin, bi keviran û konteyniran rê ji trafîkê re girtin. Nava rojê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û şermezarkirina qereqol û kalekolan çalakiyên şermezarkirinê hatibûn destpêkirin û piştî agahiya komkujiya Licê hat çalakî berdewam kir.
Ciwanan kûçeyên ku derdikevin kolana Nîsêbînê bi barîkatan girtin, derketin ser avahiyan û tedbîr girtin. Ciwanan bi kevir û molotofan bersiv dan mudaxaleya polîsan. Wesayîtên polîsan di nav agir de man, pevçûn li gelek deverên navçeyê belav bûn û heta derengiya şevê berdewam kir. Bi derengiya şevê bûyer bi dawî bûn.
Li navçeya Kerborana Mêrdînê, li hember komkujiya Licê, li navenda navçeyê ji aliyê endamên YDG-H'ê ve meşek hat lidarxistin. Ciwanan di meşê de dirûşmên; "Her der Licê her der berxwedan", "Bijî Serok Apo" berz kirin. Ciwanan diyar kirin ku dê li hember polîtîkayên AKP'ê li kolanan bin. Polîsan bi bombeyên gazê û ava şid mudaxaleyî ciwanan kir û ciwanan jî bi fîşengên hewayî bersiv dan polîsan. Demeke dirêj pevçûn berdewam kir û piştî ku ciwan ketin kûçeyan çalakî bi dawî bûn.
(zt)
