Dayîk ji bo zarokên xwe yên girtî banga edaletê li Serokwezîr dikin
08:31
Asiye TEKİN/JINHA
AMED- Hesen Salik hîna 15 salî li Çewlikê hat girtin. Dema nû ket temenê 18 saliyê 45 sal ceza girt. Dê weke gelek zarokên dinê di girtîgehê de mezin bibe û dibe ku pîr jî bibi… Dayîka Hesen Habîbe Salik bertek nîşanî bûyerê da. Li ber derê Edliye ya Amedê kon veda û dest bi çalakiya nobetê kir. Gulsum Çîçek jî beşdarî çalakiya wê bû û bang li hemû gelê kurd kirin piştevaniya çalakiya wan bikin.
Pêvajoya çareseriyê ku ji aliyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve hatî despêkirin di aliyê gel de rehetiyek da çêkirin. Lê dewletê dest bi girtinan, çêkirina bendav, qereqol û kalekolan kirin. Ev helwestên dewletê carid bi gel re rewşên metirsiyê da çêkirin. Dayîkên k udi şerê demdirêj yê herêmê de zarokên xwe wenda kirine ji bo aştiyek mayînde tekoşînê dikin. Niha jî dayîk ji bo zarokên xwe yên 3 car bi qasî temenê xwe ceza digirin kon danîne û dest bi çalakiyê kirine. Yek ji wan dayîkan jî Hebîbe Salik e… Hesen Salik yê k udi sala 2011’an de hîna 15 salîbû hatî girtin û di derbarê wî de 45 sal ceza tê xwestin. Hesen jî mîna gelek zarokan di şertên girtîgehê de mezin dibe… Dayîka Habîbe Salik li ber derê Edliyeya Amedê kon vedaye şalakiya runiştinê daye despêkirin. Malbetek dinê jî beşdarî malbatên çalakiya runiştinê dane despêkirin bû. Dayîkên ku ji bo zarokên xwe li edaletê digerin zarokên xwe ji Serokoma Abdullah Gul û Serowezîr Erdogan dixwazin.
‘Dadgeh li benda 18 salî bûna kurê min sekinîn’
Habîbe Salik diyar kir ku 6 salan lawê wê wendabû û paşê jî bi hinceta tevlî PKK’ê bûye girtin û ceza kirin û got: “Di dîmenên girtina lawê min de leşkeran montê xwe kiribûn ber wî. 45 sal ceza dan wî.” Habîbe da zanîn ku dema lawê wê hatiye girtin 15 saliyîbû her dem dadgeha wî paşde dan heta temenê wî mezin bû û paşê ceza danê û wiha got: “Ew rawestan heta temenê lawê min bû 18 salî û 45 sal ceza dan wî. Despêkê 75 sal ceza dan wî, paşê jî kirin 45 sal. Ev cezayên ku didin zarokekê nayê pejirandin. 45 sal cezayê dayî ne lawê min ne jî ez dikarim rakim. Ev cezayê ku didin zilme.”
Hemu xizmên girtiyan vedixwînin çalakiya konan
Habîbe anî ziman ku gelek dayîk zarokên wan di hindirdanin û wiha domand: “Bila hemû partiyên siyasiyên li Tirkiyê ji bo aştiyê bibin yek. Bila êdî ev xwîn raweste, heyfa ciwanane. Axa me tejiye ji cenazeyê zarokên me. Bila Serokoma, Serokwezîr û hemû berpirs vê pirsgirêkê çareser bikin. Bila êdî dayîk negirîn. Bi salan eli ser vê axê xwîn dirije, êş hatin kişandin, gund hatin valakirin û faîlên nediyar hatin jiyan kirin. Vê axê gelek êş dît. Divê êdî dawî li van êşan bên. Gelê kurd hemû rêbaz xebitandin lê çareserî nebû. Çareserî di aştiyêdeye. Zarokên me di girtîgehan de mezin dibin. Girtîgeh ji bo zarokan ne şertên asayîne. Dê lawê min 45 salan di girtîgehê de bimîne. 45 sal di girtîgehê de mayîn û mirin ferqa wê ji hev nîne.” Habîbe destnîşan kir ku heskirina zarokan li gel her kesê hemane. Habîbe bang li hemû malbatên girtiyan kir ku bên beşdarî çalakiya wê bibin.
‘Ez ji bo hemû girtiyan li edaletê digerim’
Gulsum Çîçek ya ku lawê wê Welat Çîçek 12 sal û yek meh ceza girtî jî hem ji bo alîkarîdayîna Habîbe Salik ya kon vegirtî û hem jî ji bo hemû zarokên kurdan yên di temenê biçuk de ketîn girtîgehê beşdarî çalakiyê bûye. Gulsum bilêv kir ku ji bo êdî zarokên kurd li edaletê digerin û wiha berdewam kir: “Ez ji bo hemû girtiyan hetim beşdarî çalakiyê bûme û edaletê dixwazim. Her roj polîs derdorê mala me li lawê min Welat digeriyan. Em zarokên xwe ji Serokoma Abdullah Gul û Serowezîr Erdogan dixwazin.”Gulsum derbirî ku ew ji bo hemû girtiyan di çalakiyêdeye û bang li hemû xizmên girtiyan dike ku beşdarî çalakiyan bibin.
(zt)

