'Heta Azadiya Serokatiya xwe emê dest ji tekoşîna xwe bernedin'

08:56

Nurcan Yalçın / JINHA


MÊRDÎN – Jinên Mêrdînê girêdayî kampanyeya DOKH’ê ya bi navê “Jin ji bo Azadiya xwe û Serokatiya xwe di Çalakiyan denin” wiha axivîn: “Heta azadiya Serokatiya xwe emê ji tekoşîna xwe gavê paşde ne avêjin.”


Ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan yê ku ev 15 salin li Îmraliyê tê girtin jinan li her derê dest bi çalakiyan kirine. Jinên Mêrdînê jî gotin: “Heta Serokê me azad nebe, emê ji tekoşîna xwe yek gavê jî paşde ne avêjin.” Xebatên kampanyeya Tevgera Jinên Azad û Demokrat (DOKH) ê ya bi navê “Jin ji bo Azadiya xwe û Serokatiya xwe di Çalakiyan denin”  lig elek navendên herêmê û Tevahiya Tirkiyê berdewame. Ji welatiyan Makbule Okmen diyar kir ku di encama tekoşîna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo jinan kirî de jinan deskeftiyên giring bi des xwe ve anîne û wiha got: “Em jin ji niha û şonde ji bo azadiya Serokatiya xwe li taxan, gundan, kolanan û li her derê di çalakiyan debin. Heta azadiya Serokatiya xwe emê ji tekoşîna xwe gavê paşde ne avêjin. Azadiya Serokatiya me azadiya jinane.”


‘Heta Serokatiya me azad nebe jin azad nabin’ 


Makbûle da zanîn ku kampanyeya DOKH’ê ya bi navê “Jin ji bo Azadiya xwe û Serokatiya xwe di Çalakiyan denin” ya k udi 25’ê Nîsanê de starta wê hatî dayîn weke her derê li Mêrdînê jî xebat berdewam dikin. Makbûle bilêv kir ku kampanya biz indî tê bi rêvebirin û wiha domand: “Jin li Mêrdînê jî bi hemû leza xwe kampanyayê berdewam dikin. Em jin ji niha û pêde ji bo Serokatiya xwe  li taxan, gundan, kolanan û li her derê di çalakiyan debin. Heta azadiya Serokatiya xwe emê ji tekoşîna xwe gavê paşde ne avêjin. Azadiya Serokatiya me azadiya jinane. Emê jin bên bahev û kampanyeya xwe ya azadiyê bi hêz bikin. Emê ji bo azadiya Serokatiya xwe lezê bidin çalakî û hemû xebatên xwe. Heta Serokatiya me azad nebe ne gelê kurd ne jî jin azd nabin. Ji ber wê jî dê jin li qadan û çalakiyan debin.”


‘Emê ji doza xwe gavê paşde ne avêjin’


Ji jinên Mêrdînê Huznugul Kalkan jî diyar kir ku daxwaza jinan ya yekem azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ye û wiha got: “Heta Serokatiya me azad nebe qala azadiya me nikar bê kirin. Ji ber dema Serokê gelekê dîlgirtîbe, di heman demê de ew gel jî dîlgirtiye. Ji bo azadiya Serokatiya me çî ji destê me bê emê bikin. Emê li hemberî mexdurbûna koçberiyê, tundî, zilm û îskenceyê serê xwe netewînin. Me her demê aştî, azadî û nasnameya xwe xwestiye û emê bixwazin.”


‘Me bedelên mezin dane heta em hatine van rojan’


Nezahat Kalkan ya k udi tekoşîna azaiya gelê kurd de 4 zarokên xwe dane jî da zanîn ku bi salaya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jin ketine rêya azadiyê. Nezahat anî ziman ku wan weke jin gelek êş kişandine û gelek bedel dane û wiha domand: “Em ji niha û şon de li şona êş û bedelên me dane azadiya Serokatiya xwe û gelê xwe dixwazin.”


 (zt)