Cenazeyê Baki Akdemir yê hat qetilkirin dibin Amedê
09:26
JINHA
AMED – Şevêdinê cenazeyê Ramazan Baran yê ku di komkujiya Lîcê de jiyana xwe ji dest dayî teslîmî malabata wî hat kirin. Cenazeyê Bakî Akdemir yê ku di heman komkujiyê de jiyana xwe ji dest dayî jî niha ber bi Amedê ve tînin.
Duh li navçeya Lîcê ya Amedê leşkeran êrîşî gelê kul i hemberî çêkirina qereqol û kalekolan di berxwedanê de bûn kirin. Di encama êrîşê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan. Welatiyan cenazeyê Ramazan Baran ji Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê girtin. Welatiyan cenazeyê Bakî Akdemir jî ji Nexweşxaneya Dewletê ya Lîcê girtin berbi Amedê ve ketin rê.
Di saet 02.00’ê şevê de gelek wesayîtên zirxî û polîs hatin ji bo cenazeyan birevînin û bibin Saziya Tiba Edli ya Qeyseriyê, lê welatiyan bertek nîşanî helwesta wan û cenaze nedan. Serê sibê jî dema ku wesayîtên zirxî nêzî cihên cenaze lê dibûn ji aliyê malbatan ve bi keviran dihatin durxistin.
Welatiyên Lîcê ji bo protestokirina komkujiyê derê dikanên xwe venekirin.
Piştî merasîma cenaze dê cardin cenazeyê Bakî Akdemir bibin gundê Hedik yê girêdayî Lîcê li wê bisipêrin axê.
Nihal i herêmê rageşî rawestaye.
(zt)
