Ji bo Wexfa Rosa Luxemburg konferans hat li darxistin

10:55

JINHA


SARAYBOSNA – Di roja 3’emîn ya Çalakiya Aştiyê ya Navnetewiya Cîhanê de konferansa Wexfa Rosa Luxemburg hat li derxistin. Di konferansê de ji despêka sed sala 20 heta roja me dîroka sosyalîstayan ya Balkanan û projeyên Fedresyona Sosyalîstan ya Balkanan hat nîqaşkirin. 


Li paytexta Bosna –Hersek Saraybosnayê bi boneya sed saliya 1’emîn Şerê Cîhanê Çalakiya Aştiyê ya Navnetewiya Cîhanê di roja 3’mîn de bi panêlan berdewam dike. Di Roja 3’mîn de konferansa Wexfa Rosa Luxemburg hat li derxistin. Di konferansê de ji despêka sed sala 20 heta roja me dîroka sosyalîstayan ya Balkanan û projeyên Fedresyona Sosyalîstan ya Balkanan hat nîqaşkirin. Dê heta êvarî bi awayê atolya çalakiya ji bo Wexfê hatî amadekirin vekirî bimîne. Di runiştina despêkê ya atolyeyê de di derbarê 1’emîn Şerê Cîhanê de sekna sosyalîstan hat axaftin. Girêdayî mijarê gelek akademisyen, beşek giring ji sosyalîstên demê 1’emîn Şerê Cîhanê weke şerê kaputelîzmê yê dawî û piştî wê bi hêz bûna sosyalîzmê nirxandin. Lê di heman demê de diyar kirin k udi wê demê de baş xebat ser aliyê civakê yê aborî nehat kirin.  


Lêkolîner ji wê ketin rê û di roja mede kirîza kaputalîzim ketiyê nirxandin. Lêkolînvanan dan zanîn ku divê di roja me de zêdetir ser di civakê de aborî xebatê bên kirin. Di beşa duyem ya atolyeyê de jî balkişandin ser nijatperestiya çep û sosyalîstên balkanan bi wê nijatperestiyê re ru bi bu nebûna wan bû wê nijadperestiyê re yekbûna wan.


   (zt)