Li Kobanê jin perwerdeya fikir û ziman dibînin

11:05

JINHA


KOBANÊ - Li herêma Kobanê 60 jin beşdarî perwerdeya fikrî û ziman bûn. Di perwerdeyê de jin rojane ji bilî roja Înê sê saetan perwerdeyê dibînin. Perwerde ji aliyê Yekîtiya Star ve hate vekirin.


Rêxistina Yekîtiya Star di çarçoveya aktîfkirina rola jinan di civakê de perwerdeyeke fikî û ziman li herêma Kobanê vekir. Di perwerdeya ku li navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger de tê lidarxistin, 60 jin cihê xwe digirin û têde 3 rojan perwerdeya fikrî û 3 rojên din jî perwerdeya ziman dibînin. Her wiha di perwerdeyê de waneyên weke “Dîroka jinan, dîroka Kurdistanê, rastiya Rêbertiyê, parastina rewa, rêveberiya xweser, netewa demokratîk, şerê taybet, girîngiya perwerdeyê, exlaq û siyaset” tên dayîn


Li gorî rêveberên perwerdeyê ev perwerde heta ku bernemeya wê bi dawî dibe dê berdewam bike.


(zt)