Rêwitiya Ramazan ya dawiyê
11:23
JINHA
AMED - Cenazeyê Ramazan Baran ê ku li Lîceyê ji aliyê leşkeran ve hate qetilkirin bi girseyî ji Mizgefta Kurşunlu ya li taxa Fîskaya hate wergirtin û ji bo defin bikin ber bi Goristana Yenîkoyê ve derxistin rê.
Cenazeyê Ramazan Baran ê 26 salî yê ku li navçeya Lîceyê ya Amedê ji aliyê leşkeran ve hate qetilkirin piştî vecîbeyên olî yên li Mizgefa Kurşunlu ya taxa Fîskaya ji bo derfinkirinê ber bi Goristana Yenîkoyê ve derxistin rê. Cenazeyê Baran bi sloganên "Şehîd namirin" û "PKK tolhildan" li ser Kuçeya Turîstîk ber bi Rezan ve dibin Goristana Yenîkoyê. Hevserokê HDP'ê Ertugrul Kurkçu, Parlementera HDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata, Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut, Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û bi hezaran kes tevlî meş bûn.
Her diçe girse zêde dibe
Meşa cenaze ya ber bi goristanê ve diçe, di rê de tevlîbûna welatiyan her diçe girse zêde dibe. Di meşê de wêneyên Ramazan Baran hatin hilgirtin. Jinên ku girseyê û cenaze dibînin bi lorînên xemginiyê ji malên xwe derdikevin û tevlî nava girseyê dibin. Ew lorînên dayîkan kêliyên hestiyar didin jiyan kirin.
Meşa ku her diçe zêde dibe berdewam dike//
(zt)

