Li Herekolê çalakiya aştiyê vegeriya berxwedanê

11:33

JINHA


SÊRT - Festîvala Aştiyê ya Çemê Karê ya Herekolê, ku ji aliyê Şaredariya Sêrtê ve li quntarên çiyayê Herekol ê li navçeya Xisxêrê hat organîzekirin, ji ber komkujiya li Liceyê veguherî çalakiya berxwedanê.


Piştî ku agahiya komkujiya li Liceyê gihaşt qada festîvalê, festîval hat rawestandin. Serokê Rêxistina BDP'ê ya Sêrtê M. Ata Înan da xuyakirin ku ew festîvalê qut dikin û dest bi berxwedana rojekê dikin û got, "Gelê me yê bi qîmet, agahiya şehîdan li Liceyê gihaşt me, lewma em festîvala xwe betal dikin û ji bo berxwedanê emê rojeke din li vir bin. Hevalên me di têkoşîna demokrasiyê de şehîd ketin. Em dixwazin ku gelê me yê li hemû qadê, li gorî berxwedana Liceyê tevbigere."


(zt)