Ayşe Goktepe: Li dijî polîtîkayên qirkirinê Zîlan navê berxwedanê ye

11:55

JINHA


STOCKHOLM - Li bajarê Swêd Uppsalayê, ji bo bîranîna têkoşera PKK'ê Zeynep Kinaci (Zîlan) a di çalakiyeke beriya 18 salan de jiyana xwe ji dest da, Festîvala Jinê ya Zîlan pêk hat û hemû jinên di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dan, hatin bîranîn. Di festîvalê de peyamên pitşevaniya bi jinên Kurd ên li Bakur û Rojavayê Kurdistanê têdikoşin, hat dayîn.


Festîval li parka Stadsträdgården a li navenda bajêr hat lidarxistin. Ji Stockholm, Gavle û bajarên din ên Swêd gelek Kurdistanî û jinên ji Tevgera Goran amade bûn. Li dika ku wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ala PKK'ê, wêneyên 3 jinên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin û wêneyê Zeynep Kinaci hatin hildan. Bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di Çileya 2013'an de li Parîsê bi hovane hatin qetilkirin, destpê kir.


‘Zîlan, azadî, têkoşîn û berxwedan e’


Piştre Hevseroka Navenda Kurd a Demokratîk li Swêdê Ayşe Goktepe axaftinek kir û ragihand ku Zîlan ji bo jinên Kurd semboleke. Ayşe da xuyakirin ku Zîlan jiyana xwe ji bo rizgariya gelê Kurd feda kiriye û got, "Zîlan, azadî, têkoşîn û berxwedan e. Li dijî polîtîkayên qirkirinê yên li Kurdistanê navê berxwedanê ye."


Ayşe ji nameya Kinaci çend beş xwend. Ayşe diyar kir ku jinên Kurd di rêya Zîlan û 3 jinên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin dimeşin, li dijî pergala civakî ya bi serdestiya mêr û hêzên dagirker ên li Kurdistanê di refên herî pêş ên têkoşînê de cih digirin.


Li ser navê Partiya Çep Magnus Svensson û Şêwirmenda Perwerdeyê ya Tevgera Heyva Kesk Kristina Rosen jî di axaftinên xwe de bal kişandin ser zêdebûna dijminahiya biyaniyan û nîjadperestiya li Ewropayê û destnîşan kirin ku ew piştgiriyê didin têkoşîna gelê Kurd.


Hunermend Ferhat Kanat, Kadîr Çelîk, Sîdar Yîgît, Mîran û Koma Surgun jî bi stranên xwe reng dan festîvalê. Kurdistanî û Swêdiyan li ber stranên hunermendan govend gerandin.


(zt)