Ji ber komkujiya Lîcê li Colemêrgê derabeyên dikanan nehatin vekirin

12:03

JINHA


COLEMÊRG - Esnafên Colemêrgê ji ber 2 welatiyên li Lîceyê ji aliyê leşkeran ve hatin qetilkirin dikanên xwe venekirin.

Esnafên Colemêrgê piştî leşkeran li navçeya Lîceyê ya Amedê du welatî qetil kirin dikanên xwe venekirin û li bajar bêdengî heye. Li aliyê din endamên YDG-H'ê li taxên Bîçer, Keklîpinar, Halîfe Dervîş li gelek nokteyan barîkat li ser riya danîn û çalakî li dar xistin. Ciwanên çevreyolu ya Colemêrgê ji trafîkê re qut kirin slogana "Gelê Lîceyê tenê nîn e" berz kirin. Piştî demekê TOMA û wesayîtên zirxî hatin cihê bûyerê bi bombeyên gazê û guleyên plastîk êrîş li ciwanan kir.

Ciwanan jî bi kevir, molotof û fîşekên hewayî bersiva polîsan da. Bûyer heya derengî şevê berdewam kir û polîsan raste rast bombeyên gazê avêtin malên welatiyan.


(zt)