Li Lîcê cenazeyê Hacî Bakî Akdemir sipartin axê

12:40

JINHA


AMED  - Cenazeyê Ramazan Baran ê ku ji aliyê leşkeran ve li Lîceyê hate qetilkirin li Amedê tê definkirin û cenazeyê Haci Bakî Akdemîr ê ku di heman bûyerê de ji aliyê leşkeran ve hate qetilkirin jî li navçeya Lîceyê ya Amedê tê definkirin. Di merasîma cenazeyê Akdemîr de malbat û welatiyan li dijî komkujiyê qêriyan.

Li navçeya Lîceyê ya Amedê leşkeran welatiyên bi rojanin li dijî çêkirina qereqolan çalakî li dar dixistin gulebaran kirin û 2 welatî qetil kirin. Cenazeyê Ramazan Baran (26) ji aliyê hezaran kesan ve ji bo bê definkirin ber bi Goristana Yenîkoyê ve dibin û cenazeyê Haci Bakî Akdemîr (50) jî li Lîceyê tê definkirin. Cenazeyê Akdemîr birin Nexweşxaneya Dewletê ya Lîceyê û serê sibê ji aliyê malbat û welatiyan ve ji nexewşxaneyê hate wergirtin. Cenazeyê Akdemîr ji bo vecîbeyên olî bi meşê birin mizgefta taxa Kalî. Cenazeyê Akdemîr dema anîn mizgeftê demên hestiyar hatin jiyîn.

Xwîşkên Akdemîr Mahîre Kaya û Turkan Duman li hemberî komkujiya leşker û polîsan bi gotina "Kuçikên dev xwîn" qêriyan û lorîk lorandin. Keça Akdemîr Samîta Akdemîr jî dema cenazeyê bavê wê anîn mizgeftê gihştê. Wê jî êşa xwe bi gotina "Bavê min ji min girtin" nîşan da û komkujî şermezar kir.

Esnafên Lîceyê jî dikanên xwe venekirin tevlî merasîma cenaze bûn û welatiyên navçe û gundên derdorê jî ji bo tevlî merasîma cenaze bibin hatin ber mizgeftê. Piştî nimêja cenaze, cenazeyê Akdemîr bi konvoyekî qelebalik ber bi gundê Hedîkê ve derxistin rê. Di konvoyê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên PKK û KCK'ê bi wesayîtan ve hatin daliqandin. Dema konvoya cenaze ber bi gund ve rê ket welatiyên li ser rê jî bi wesayîtên xwe tevlî konvoya cenaze bûn.

Ji ber merasîma cenaze nokteyên leşker û polîsan ên li ser riya Lîceyê hemû hatin rakirin.


(zt)