Li Xaneqînê teqîn 18 kesan jiyana xwe ji dest dane û 60 birîndarin

12:50

JINHA


XANEQÎN - Îro li bajaroka Celûlayê, ya nêzî Xaneqînê, 2 otombîlên bombekirî li ber Komîteya YNK`ê û avayiya Asayîşê teqiyan.

Hat zanîn ku îro li bajaroka Celûlayê, ya nêzî bajarê Xaneqînê yê Herêma Federala Kurdistan 2 otombîlên bombekirî li ber Komîteya YNK`ê û avayiya Asayîşê teqiyan. Di encama teqînê de, hejmarek ji hêzên asayîşê û pêşmerge û welatiyên sivîl yên li derdora cihê teqînê jiyana xwe ji dest dan û bîrîndarbûn.

Lig ora ahagiyên hatin girtin di encama teqîn 5 endamên Asayîşê, 6 pêşmergeyên Komîteya YNK`ê ya Celûla yê û 7 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û 60 kes jî birîndarin.


Hîna lêkolîna li ciyê bûyerê berdewame û hejmara dawi ya kesên jiyana xwe ji dest dane û birîndaran ne diyare.