Kurdên êzidî ji ber nebûna ewlehiyê ji cihên xwe koç dikin

13:26

JINHA


MÛSIL – Ji ber êrîşên çekdarên DAİŞ’ê kurdên êzdî ji bajarê Mûsilê berê xwe didin navçeyên jêr desthilata Herêma Federala Kurdistanê. Di warê xwendinê de jî xwendekarên Kurd ên êzdî rûbirûyê gelek pirsgirêkên mezin dibin û dest ji xwendinê dihêlin. Duh 400 xwendekarên Kurd ên êzdî bajarê Mûsilê bicîh hiştin û çun.


 Hat zanîn ku piştî têkçûna rewşa ewlekariyê li Mûsilê û êrîşên çekdarên DAİŞ’ê kurdên êzdî bajêr bicîh dihêlin û berê xwe didin navçeyên jêr desthilata Herêma Federala Kurdistanê. Ji aliyekî din ve jî xwendekarên Kurd ên êzdî di warê xwendinê de rûbirûyê gelek pirsgirêkên mezin dibin. Ji xwe niha pêvajoya ezmunane û ji ber ewlehiyê nikarin biçin ezmunan. Berî niha jî gelek xwendekaran dest ji xwendinê berdabûn.


Hat zanîn ku duh 400 xwendekarên Kurd ên êzdî bajarê Mûsilê bicîh hiştine. Sedem jî ew bû ku duh çekdarên DAİŞ’ê êrîşî bajêr kirin û hinek taxên bajêr xistin bin kontrola xwe. Îro jî hejmareke din a xwendekarên Kurd ên êzdî dest ji xwendinê berdan û ber bi navçeyên Kurdistanê çûn.


Di demên borî de li Rebiye û çend navçeyên din Kurdên êzdî ketin ber êrîşên grubên radîkal ên Îslamî û hejmarek ji wan hatin kuştin û birîndarkirin.


(zt)