Navenda Şêwirmendiya Jinan a Berfînê ji bo penaberên jin xebat da destpêkirin

16:14

JINHA


SÊRT – Navenda Şêwirmendiya Jinan a Berfîn a şaredariya Sêrtê ji bo penaberên jin ên afganî, îranî û sûriyeyî xebatek dan destpêkirin


Navenda Şêwirmendiya Jinan a Berfîn a şaredariya Sêrtê di sala 2011’an heya îro xizmetê dide jinan. Niha jî xebatek nû dide dest pê kirin. Ji bo tespîtkirina pirsgirêkên jinên afganî, îranî û sûriyeyî xebatek da destpêkirin.


Der barê mijarê de Navenda Şêwirmendiya Jinan a Berfînê daxuyaniyeke nivîskî da û bal kişand ser xebatên xwe. Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku di demên dawiyê gelek penaber berê xwe dane Sêrtê.  Daxuyanî wiha dom kir: “Gelek jin ji ber rejîma Îran, Sûriye û Afganîstanê nêçar man ku weltanên xwe terk bikin. Dema berê xwe didin welat û bajarên din bi pirsgirêkên dijwar re rû bi  rû dimînin. Em wekî navendek dixwazin xebatek bidin dest pê kirin. Di serî de emê malbatan tespît bikin, piştre pirsgirêkên van tespît bikin û piştre jî plansaziya alîkariyê derxin.”


10 malbat hatin ziyaretkirin


Di daxuyaniyê de jinan destnîşan kir ku heya niha 10 malbatên penaber re hevdîtin pêk anîne û pirsgirêkên van guhdar kirine. Di daxuyaniyê de hat gotin ku herî zêde jin ji rejîma Îran, Sûriye û Afganîstanê mexdûr bûne, ev tişt jî nîşan dide ku şer bi taybetî li ser jinê bi bandore.


‘Dê raya giştî agahdar bikin’


Sosyolog Celîle Asi, da zanîn ku mirov dikare eş û ramana penaberan ji zarokan hîn bibe, zarokên penaberan ramanên xwe bi wêneyên xwe tînin ziman. Navenda Şêwirmendiya Jinan a Berfînê, dê piştî lêkolîn û tespîtên ku hatî kirin daxuyaniyek bidin û raya giştî agahdar bikin.


(la)