Yekîtiya Star: Kuştina jin kuştina jiyanê ye

13:44

JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN: Rêxistina Yekîtiya Star derbarê tundiya ser jinan û bikaranîna wan wekî objeyeke cinsî bi daxuyaniyekê şermezar kir. Di daxuyaniyê de banga bilindkirina têkoşînê li dijî van kiryaran kirin û wiha hat gotin: “Kuştina jin kuştina jiyanê ye, destdirêjiya li dijî jinan destdirêjiya li dijî civakê ye. Em bi tundî kiryarên li dijî jinan şermezar dikin.”


Daxuyaniya Yekîtiya Star wiha dest pê kir: “Li hemberî bê exlaqîyên ku di nava çivakê de hatine pêşxistin. Bi diruşmeye ‘Azadiya jinan, azadiya civakê ye’ li hemberî hişmendiya ku li dijî civakê hatî pêşxistin û dixwaze jinan bike qurbana şerê navxweyî, destdirêjiya li dijî jinan normal dike, van kiryarên ku civakê ber bi tunebûnê ve dibe, em banga têkoşîna hevbeş dikin.”


‘Desdirêjiya li jinan desdirêjiya li civakêye’


Di daxuyaniya Yekîtiya Star de derbarê hemû tundiyên ku li dijî jinan tên meşandin wiha hate dimandin: “Kuştina jin kuştina jiyanê ye, destdirêjiya li dijî jinan destdirêjiya li dijî civakê ye. Em bi tundî kiryarên li dijî jinan şermezar dikin.”


Di berdewama daxuyaniyê de wiha destnîşan kirin: “Sîstema desthilatdar û baviksalariyê jin kirine amûrekî kirîn û firotinê, em wekî Yekîtiya Star bi tu awayî vê yekê qebûl nakin. Ev kiryarên tundiya li dijî jinan ku bi awayekî sîstematîk ji aliyê sîstema desthilatdar û kapîtalîstê ve tê meşandin, em jêre dibêjin êdî bes e.”


Di daxuyaniya Yekîtiya Star de balhate kişandina ser van xalan:


“1’emîn em alî û kesên keysbaz ku xizantiya jinan ji xwe re hedef digirin û jinan di kerxaneyan de dixebitînin, bêexlaqiyeke herî mezin dibînin. 2’emîn em alî û kesên ku jinan wekî mal û milk dibînin û jinan di firotin û kirînê de bi kar tînin, dijminên herî mezin yên civaka exlaqî radigihînin. 3’ emîn em kiryarên ku jinan dike objeyeke cinsî û bê nirx dike, cihên ji mirovahî û jiyana civakî dûr dinirxînin û qebûl nakin.”


(zt)