Li Lîceyê pefçun berdewame
16:06
JINHA
AMED - Duh li navçeya Lîceyê ya Amedê leşkeran welatî gulebaran kirin . Di encama gulebaranê de 2 welatiyan jiyana xwe ji dest da û bertekên li dijî komkujiyê berdewam dikin. Ciwanên riya gundê Kayacikê ji trafîkê re girtin rastî gulebaran leşkeran hatin.
Komek ciwanan riya gundê Kayacikê yê naçveya Lîceya ya Amedê ji trafîkê re girtin û kontrola nasnameyan kir. Leşkerên hatin cihê bûyerê bi ava şid û bombeyên gazê êrîş li ciwanan kir. Ciwanan ji bi kevir, molotof û fîşekên hewayî bersiva leşkeran da. Li ser vê yekê leşkerên duh du welatî qetilkirin disa bi guleyên rast ciwanan gulebaran kirin. Di encama gulebaranê de tu kesan jiyana xwe ji dest neda û birîndar nebûn. Pevçûnên li herêmê berdewam dike.
Li herêmê hîna pefçun berdewame.
(zt)

