Divê em avê ji dewletê û şirketan biparêzin!

11:10

 


Nuran AKTAŞ - JINHA


AMED – Tu çemek bê sedem naherike, li cihê ku lê diherike, jîn dide zindî û çandan. Lê şirket û dewlet dibêjin “Divê em ji vêya pere qezenc bikin.” Li her derê dest bi avakirina bendavan dikin. Av tê qirêjîkirin, her ku qirêjî dibe jî, têk diçe. Çavkaniya krîzê ev e. Ji Zanîngeha Xweser a Barselonayê Bijîşk Akgun Îlhan dibêje ku “Divê em avê ji dewletan û şirketan biparêzin.”


Em bi BijîşkAkgunÎlhan a li Zanîngeha Xweser a Barselona ye, li ser avê, ava ku bi rastî her tiştê me ye, axivîn. Akgun diyar dike ku divê mirov ne bi çavê “tiştê di nav şûşeya plastîk de”, bi çavê “parçeyek ji me” li avê binhêre. Akgun, li hemberî nêrîna akademîsyenan, a ku avê tenê wekî H2O dibînin û bi çavê “elementeke kîmyewî” dinirxînin, xwe neqayîl dike. Akgun tîne ziman ku av, tiştekî ji elementeke kîmyewî wêdetir e û destnîşan dike ku yên li bajêr dijîn û yên li nav xwezayê dijîn, avê cuda cuda dinirxînin: “Mirovê/a li nav xwezayê dijî dema ku li avê dinhêre, ‘robar, ax û zindiyên li ser axê dijîn”, bi tevahî dinirxîne.”


Her tiştê li xwezayê dikin, li mirov dikin


Akgun, diyar dike ku zexta mirovan a li ser xwezayê, encameke ji hev cudabûna “xweza û civakê” ye û wiha didomîne:


“Ger ku hûn bêjin xweza û av li derveyê min in, hûn dê nikaribin wê biparêzin, hûn dê zirarê bidinê. Ji ber ku ew, tişteke ji we cudatir e. Ger ku hûn wê wekî parçeyeke ji hebûna xwe bipejirînin, hûn dê li dijî destdirêjiya bi her awayî, ruxandina bi her awayî, ya li hemberî wê, xwe neqayîl bikin. Hûn dê fikrên wekî ‘jixwe ez parçeyek xwezayê nînim. Jixwe mirov zû de ji xwezayê qut bûne’, red bikin. Ger ku hûn wekî parçeyeke ji hebûna xwe bibînin, hûn dê her tiştê li xwezayê tê kirin, her wekî li we hatibe kirin bihesibînin. Û hûn dê dest bi parastina xwezayê bikin. Tevgerên herêmî, xwedî fikra ‘yên ku dixwazin ava min bikin bin kontrola xwe, dixwazin min jî bikin bin kontrola xwe’ ne. Mîna li Heskîfê, gel dibêje ‘Hatin. Dê bendavê ava bikin. Dixwazin axa me bikin binê kontrola xwe. Dê xwezaya me, çanda me, yanê me tune bikin’. Bi rastî tişteke ewqas ji rêzê ye. Yanê tiştê ku li xwezayê tê kirin, bi rastî li mirovan tê kirin.”


Akgun, destnîşan dike ku divê mirov bi çavekî biçûkdîtinê li avê nenihêre, dema ku mirov wiha nêzik bibe, dê ava Çemê Merîçê û Çemê Dîcleyê jî, “wekhev” bike. Akgun, diyar dike ku ev nêrîna biçûkdîtinê, dema ku pêdiviyên wekî “elektrîk” û “av” derdikevin holê, dibe sedem ku nêzikatiya “Himin wisa ye, em ê jî ava li rojhilatê, ji rojava re bişînin” derkeve holê.


Akgun dibêje ku “Av tenê ronek (sivi) nîne” û wiha pê de diçe: “Ger ku hûn avê tenê wekî ron bibînin, êdî hûn ê wê wekî hebûneke aborî, weke milkek binirxînin. Hûn ê bêjin ‘Ez di şûşeyeke plastîk de avê distînim û vedixwim, bixwazim jî, vedixwim, dirjînim’. Ger hûn wiha nêzik bibin, hûn dê wê pir bi hêsanî xerc bikin. Lê dema ku em wekî parçeyeke ji xwe bibînin, dê kezeba me bişewite.”


Dewlet Dîcle û Feratê parsel dike


Akgun, li ser pirsa me ya têkildarî “av veguheriye nirxeke aborî?”, nêrînên “mirovan” û “şirketan” ji hev cuda dike û bersiv dide: “Av bibe nirxeke aborî, ev ne daxwaza me mirovan e. Ev tişteke ku şirketên dixwazin ji avê pere qezenc bikin, burokratên dewletê dixwazin e. Ew, hewl didin ku avê wekî amûra pêşketina aborî bikar bînin.”


Akgun, bi van hevokan tîne ziman ku li Tirkiyê nêrîna dewletê ya li hemberî avê, zêdetir bi pirsgirêk e: “Dema mirov li aliyê Tirkiyê lê dinhêre, dibêjin ‘Pêwîst e ku kontrola avê di destê me de be. Bi taybetî jî dema ku robarên Dîcle û Feratê dibin mijara gotinê, divê em avê bikin bin kontrola xwe. Jixwe Rojhilata Navîn, erdnîgariyeke ku her diçe pirsgirêka avê dijî ye. Em jî mîna Iraq û Sûriyê nekevin tengasiyê. Demek ji ya din zûtir, em her derê parsêl bikin. Bila li ser Dîcle û Feratê bi sedan bendav bên avakirin. Bi vî awayî, bila kontrola avê ne di destê wan de be, bila di destê me de be’. Nêrîna dewletê ev e.”


Çavkaniya krîzê dewlet û şirket in


Akgun, dûbare dike ku di nêrîna dewletê de av, “milkeke aborî” ye û “dewlet û şirketan” wekî du hêmanên hevdu temam dikin dinirxîne: “Ferqa dewletê ji şirketê, ferqa şirketê jî ji dewletê tune. Yanê dewletên dibin şirket, şirketên dibin dewlet, serdema me diyar dikin. Ha te got dewlet, ha te got şirket… Hewce ye ku em avê ji dewletê û ji şirketan biparêzin.”


Nêrîna Bijîşk Akgun, a li “krîza avê”, cuda ye. Akgun, destnîşan dike ku li cîhanê û li Tirkiyê, av û xwarina ku têra hemû mirovan bike, heye. Akgun, bi van hevokan balê dikşîne ku çavkaniya rastîn a “krîzê”, “dewlet û şirketên ku qezencê esas digirin” e:


‘Av çiqas qirêjî dibe ewqas têk diçe’


“Ji pêdiviyê zêdetir, bi çavê hilberandina aborî li her tiştî dinhêrin. Mînak, dibêjin ‘ev robar bê sedem diherike’ û difikirin ku dê çawa ji wê qezenc bidest bixin. Lê robar tu car bîlesebeb naherike. Ew, jiyanê dide hemû zindiyan. Li cihên ku lê diherike, jîn dide mirovan û çandan. Lê şirket û dewlet, dibêjin ‘divê em ji vêya pere qezenc bikin’. Piştre, li her derê dest bi avakirina bendavan dikin. Ji aliyek ve avê qirêjî dikin, ji aliyê din ve jî têk dibin. Jixwe av çiqas qirêjî dibe, ewqas têk jî diçe. Îro çavkaniyên ava paqij, kêm dibin. Bi vî awayî jî, gotina ‘krîz’ derdikeve holê.”


Ji bo ‘krîza avê’ hesabek balkêş


Akgun, dide zanîn ku li Tirkiyê, her wekî nifûs zêde dibe û krîza avê derketiye, tê famkirin. Akgun, ji jiyana xwe li ser avê hesabek wiha dike:


“Li Tirkiyê, serê merivê 1430 metrekup av heye. Fatora avê ya ku tê mala me, 10 ton e. Ji ber ku em li malê du kes dijîn, 10 ton avê dikim du par, mehê dike 5 ton. 12 mehan li vê hejmarê zêde dikim, dibe 60 ton. Bi rastî ev av, têra hemû pêdiviyên min dike. Li 60 ton dinhêrim û li 1430 ton dinhêrim. Di navberê de ferqeke pir mezin heye. Ew, ava ku min bikar aniye nîne, ava ku sektora aboriyê bikar tîne ye. Ji ber vê sedemê jî, mirov bêje ku ‘nifûs zêde dibe, loma çavkaniyên avê têr nakin’, dê ev bibe gotineke şaş.”


Hêza yekîtiya sermaye-dewletê, hildiweşîne


Akgun, ji bo çareseriya pirsgirêka avê, metodên wekî “demokratîkbûn”, “xurtkirina rêveberiyên herêmî” û “pêşxistina polîtîkaya ji bo av kêm bê bikaranîn”, wekî metodên sereke destnîşan dike. Akgun, balê dikşîne ku ji bo pêşxistina vana, divê mirov nîqaşa ‘em hemû bi hev re dikarin çi bikin’ bimeşîne. Akgun, dibêje ku “Lê li Tirkiyê, hêza yekîtiya sermaye-dewletê ya ku hildiweşîne, dengê gel dibire.” Akgun, mînaka “kî ku li hemberî bendavan xwe neqayîl bike, wekî ‘terorîst’ tê îlankirin” dide.


Akgun, dûbare dike ku hewce ye polîtîkaya avê bê çêkirin û dibêje ku “Ev jî, ancax bi tevlîbûna gel dikare pêk bê, ne bi tevlîbûna sektorê. Jixwe li cihekî ku sektor lê hebe, gotina sektorê derbasdar e. Li cihekî ku di aliyê hêzan de bêhevsengiyek (denge) hebe, kî li gel ê ku ji hêzê bêpar e guhdarî dike? Ji ber vê sedemê jî, divê gel zêdetir tevlî rêvebirina avê bibe.”


Fotograf – Kamera: Nuran AKTAŞ


(na/iu/xo)