‘Emê bi tekoşînê mafê xwe bi des xwe ve bînin’

08:42

JINHA


WAN – Bandora erdheja Wanê ya sala 2011’an hîna berdewam dike. Ji ber bêderfetiya madî 3 sal bi ser erdhejê re derbasbû jî hîna Welatiyên Wanê di konteyneran de dijîn. Jinên tevî malabatên xwe  di konteniran de diyar kirin di makezagonan de mafê wan yê hewandin û berxwedanê heye, ji ber wê jî ewê heta dawî li ber xwe bidin.


Erdheja Wanê ya 2011’an hat jiyan kirin û bû sedema mirina bi hezaran mirovan heta niha jî bandora wê xwe dide diyar kirin. Welatiyên ku dê wê demê de malên wan xirabûn û karên wan ji des derketin li gel 3 sal ser erdhejê de derbasbû jî hîna dibin bandora wê de dijîn û ji ber bêdefetiyan di konteyneran de dijîn. Malbatên k udi bajarê konteyneran yê di ketina bajêre ye dijîn ev saleke daxwaza konitên civakî kirine lê hîna daxwaza wan nehatiye cîh. Ji bo bicîh anîna daxwazên wan li ber xwe didin. Waliyê Wanê xwest ku malbat konteyneran valabikin. Welatiyan dan zanîn ku demekê elektirîk ser wan birîn û 120 rojan bê elektrîk man. Welatiyan destnîşan kirin ku heta niha bi sedan car bune mexdurê gefên Walî. Di konteyîneran de herî zêde jin û zarok dijîn. Weke her demê cardin zoriya herî mezin jin dibînin. Ji jinên despêka konteyneran heta niha têde dijîn Gulten Turgut û Ozgul Toprak zariyên di 3 salan de kêşane û berxwedana xwe vegotin.


‘Em li vêderê di zoriyên jiyanê de li ber xwe didin’


Gulten Turgut ya ku li gel 2 zarokên xwe di konteyneran de dimînin ji dema erdhejê heta niha zoriyên xwe yên di konteyneran de anî ziman û got: “Ev nêzî 3 salane em di vî bajarê konteyneran denin. Li vêderê em bi zoriyên jiyanê re li ber xwe didin. Li gel hemû zoriyan jî me li ber xwe da, em li ber xwedinin û emê tekoşîna xwe bidomînin. Di dawiyê de xwestin me ji vê derê derxînin. Bi gotinên weke ‘Dewletê karî vêqasê li we binêre. Beriya erdhejê we çî dikir cardin bi karên wiha li çareya serê xwe binêrin’ xwestin me derxînin. Beriya erdehejê em kirêcîbûn niha cihê em biçinê nîne. Em ji neçarî li vêderê dijîn.”


‘Dema ku Serokwezîr hat hêza tayîteb êrîşî me kir’


Gulten anî ziman ku piştî depremê Serokwezîr TOKÎ da dewlemendan. Gulten bilêv kir ku ji xwe dewlemend dikarin li çareya serê xwe binêre pêdiviya wan bi tuştek wiha nebû em yên bê derfetên aborî bûn mehkumê konteyneran. Gulten diyar kir ku berê Bajarê Konteyneran yê Anadoluyê bûbû ciyê qursên Quranê û mizgeftan lê bi demê re ew jî hatin girtin. Gulten da zanîn ku îsal Serokwezîr du car hatiye Wanê lê zoriyên kul i konteyneran tê jiyan kirin ne pejirandiye û wiha got: “Ji bom e gotinên weke ‘Piştî erdhejê ji gundên xwe hatin li konteyneran de bicîh bûn’ bi karanî. Lê ve direwin. Ji ber em ji bê derfetiya xwe li vê derê dijîn. Zoriyên me jiyan kirine em tenê dizanin. Em piştî erdhejê ji tu cihan nehatine. Em li Wanê dijîn. Roja ku Serokwezîr hat Wanê bi polîs, leşker û hêzên xwe yên tayîbet êrîşî ser konteyneran kirin tuştek ji bom e nehêlan. Em çon mitînga wî jî lê cardin polîsan êrîşî me kirin.”


‘Bila du qotiyên solên xwe li vê derê xerckin pirsgirêk namîne’


Gulten meşa mexdurên erdhejê ya berî mehekê li Enqereyê bi bîr xist û wiha domand: “Di dawiyê de me biryar da û meşa Enqereyê pêkanî. Em ji Enqereyê heta Edremît ê meşiyan. Jin paşde şandin û mêran meş berdewam kirin. Di despêkê de cardin hêzên tayîbet êrîşî me kirin û li zarokên me xistin. Lê em neçarin li ber xwe bidin. Ji ber ev mafê meye. Emê bi berxwedanê mafê xwe bi dest bixin. Hevgirtina Baroyên Tirkiyê ev halê me birin meclisê. Serokwezîr ji wê ravî û derket. Yekî bê suc ji cihê xwe dirave û diçe. Serokwezîr bi gotinên weke ‘li wanê bajarek wiha yê konteyneran nîne’ nêzî pirsgirêka me bû. Em her dem li Wanê bûn. Emê li Wanê bimînin û mafê xwe jî bi dest bixin. Mafê me di kude çu? Ewqas alîkarî hat Wanê. Bila du qapên xwe yên solan li vêderê xerckin  pirsgirêk namîne. Heger tiştên wiha neyên jiyan kirin dê 5 waliyan ji peyîwirê bigirin? ”


‘Dewleta civakî 120 rojan elektirîka me girt’


Ozgul Toprak jî li gel 3 zarokan 3 sal zoriyên di konteyneran de jiyan kirine vegot. Ozgul diyar kir ku welatiyên di konteyneran de li mafên xwe yên zagonî digerin û got: “Dewleta civakî 120 rojan elektirîka me birî. Din ava zivistanê de em li gel zarok, nexweş û pîrên xwe din ava sermayê de bê elektirîk man. Nexweşên mey ên giran bi cîhazê jiyan dikir hebûn. Bi dehan car ji nexweşxanê derxistin. Din ava berfa zivistanê de 120 roj bê elektirîk mayîn tê çî wateyê. Lê cardin em bi serketin. Cardin elektirîka me dan. Berxwedana me hîna didome.”


‘Dayîk her dem bi hêzin lê carnan…’


Ozgul da zanîn k udi bajarê konteyneran de deruniya jin û zarokan ji ya mêran zêdetir xirabûye. Ozgul anî ziman ku herî zêde jin ji ber zarokên xwe zoriyan dikêşin û wiha got: “Em dayîkin dayîk her demê bihêzin. Lê dema ku zarokên me li ber çavên me dihelin û diçin tu dayîk nikare tehmûla van êşan bike. Kîjan dayîk dixwaze zarokên xwe din ava pîsiyê de bixin xwê. Ma li cihek xweş jiyan kirin ne mafê wane?” Ozgul balişand ser zoriyên konteyneran û wiha domand: “Dibe ku bêjin li konteyneran av û elektirîk bedewaye. Lê wiha nîne. Em jî dixwazin malek û hêlînek ya zarokên me hebe. Ev rewşa me dê çiqas berdewam bike nizanim. Lê emê heta dawiyê berxwedana xwe berdewam bikin. Bila bên jinan çî jiyan kiriye bibîne. Ji dur ve lênêrîn nabe.”


‘Dê çî bêjin? Ev şerma dewletêye’


Ozgul cardin mafê xwe yê hewandinê bi bîrxist û wiha berdewam kir: “Ka dewletê di zagonan de diyar kiriye ‘Hewandin mafekî zagoniye’ ka ew maf li kuye?” Ozgul anî ziman ku mal dane koçberên Surye û ew girêdayî meaş kirine û wiha pêde çu: “Ez û zarokên xwe nasnameya TC digirin. Bila tucarî vê ji bîr nekin. Dibe ku zarokên me Tirkiyê bi rêve bibin. Ji ber zarokên min her tuşt jiyan kirin. Serma, birçîbû û heta şideta polîsan jî dîtine. Serokwezîr dibêje ‘Xala me ya herî hesas jin û zarokin.’ Wêdemê xala wi ya hesas li kuye? Ma gelek j ime ditirsa polîs û hêza wiya tayîbet êrîşî me kirin. Ma wê çî bêje? Ev şerma dewletêye.”


 (zt)