Kurdên Feylî her dem ji aliyê serdestan ve bê war mane

08:45

Zehra Tunç /JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN – Gelek caran dewletên Îraq û Îranê êrîşî ser Kurdên Feylî kirine û ew di enfalan re derbas kirine. Tenê mînakek ya wan bûyeran jî di 5’ê Nîsana sala 1980’an de li Îraqê rejîma Baas nasnameya Îraqî ji 300 hezar Kurdên Feylî girt. Ew ser cîh û warên wan derxistin û bi zorê ber bi aliyê Îranê ve koçber kirin. Piştî sala 2003’an hilweşîna rejîma baas hinek ji wan malbatan xwesitin vegerin ser warê xwe yê ku ji wan hatibû girtin. Lê bi sedema nebûna belgeyan nikarin xwe bigihînin warê xwe yê berê.


Feylî devokek ya zimanê kurdiye. Ji kurdên bi wê devokê di axivin re Kurdên Feylî tê gotin. Piraniya Kurdên Feylî li Bexda, Diyale, Mîsan, Wasit, Îlam, Loristan û Besra dijîn. Di navbera Îraq û Îranê de ji aliyê her du dewletan ve rastî qirkirin û koçberiyan hatine. Gelek caran êrîşî ser wan kirine û ew di enfalan re derbas kirine. Tenê mînakek ya wan bûyeran jî di 5’ê Nîsana sala 1980’an de li Îraqê rejîma Baas nasnameya Îraqî ji 300 hezar Kurdên Feylî girt. Li Îraqê bi dest xistina nasnameyê gelek girîng e. Ji bo mirov bikare bixwîne û ji mafên xwe yên serekî bêpar nemîne nasname pêwîste. Lê mixabin kurdên faylî ji xizmetên civakî û mafên xwe bê beşin. Gelê xwediyê nasnameya xwecihî ya çiyayên Zagrosan bi sed salan li wan cihan jiyane, ji aliyê deshilatan ve hatine bê nasname û bê cîh kirin.


Kurdên Feylî her dem ji aliyê serdestan ve bê war mane


Kurdên Feylî Şîe ne û serdema Sefewiyan di navbera Îraq û Îranê de dabeş bûne. Di wê serdemê de li Îlam û Loristanê, hember êrişa Osmanî û Ereban piştgîriya hikûmeta navendî ya Îranê kirine. Di şerê Gilûnaway de bi fermandariya Elî Merdan Xan beşdar bûne. Di dema êrişa Mehmûdê Efxan ya ser bajarê Esfehanê, wan bajar ji destê leşkerên Avganan rizgar kirin. 


Serê 2 fermandarên Feylî Hesen û Îmam jêkirin


Di serdema desthilatdariya Kerîm Xanê Zend de ku bi xwe ji Kurdên Feylî bû û çend salan hikûmeta Îranê birêve biriye. Hejmarek Kurdên Feylî weke fermandar, şêwirmend û leşker rolekî serekî di zêdekirina desthilata Kerîm Xan de lîstin. Di serdema Nasredîn Şah de bajarê Şîrazê paytexta Kerîm Xanê Zend bû û hejmareke zêde ya Kurdên Feylî têde bûn. Di wê demê de ji aliyê hêzên dijberê wan ve serê 2 fermandarên Feylî, yên bi navê Hesen Qulî Xan û Îmam Qulî Xan hat jêkirin. Ji wê demê heta niha Kurdên Şîrazê wek Feylî, Feylî Zade, Feylî Qeşqayî, Feylî Şîrazî û Sefayî têne nas kirin. Di serdema desthilatdariya Hikûmeta Waliyên Feylî de 200 salan hemû hozên Îlam, Loristan û navçeyên derdora wan wek Feylî dihatin nas kirin. Lê piştre navê Feylî tenê weke navê dîroki yê Îlamê bûye. Her du hikûmetên Îran û Îraqê wan wek hemwelatiyên xwe nedîtin û her dem êrîşî wan kirine.


‘Çuna bê veger’


Piştî derbasbûna dem û dewranan her demê çavê wan li vegera ser cih û warê wan yê xwecihiye. Piştî sala 2003’an hilweşîna rejîma baas hinek ji wan malbatan xwesitin vegerin ser warê xwe yê ku ji wan hatibû girtin. Lê bi sedema nebûna belgeyan nikarin cihên xwe yên berê bigirin. Malbatên vegerin dewleta Îranê belgeyekê dide wan li ser belgeyê jî ‘Çuna bê veger’ nivîsiye. Ev jî dide nîşandan ku dema ku hinek ji wan vegerin cihên xwe yên berê êdî nikarin vegerin cihê xwe yê niha lê dijîn. Ev jî dibe sedem ku malbat di cihê xwe de li hemberî hemû zoriyan li ber xwe bidin.


(zt)