Li Lîcê teqîn: Jinekê jiyan xwe ji dest daye û 4 kes birîndarin
08:59
JINHA
AMED - Di malek ya li gundê Zirax ê yê Lîceyê de teqîn pêk hat. Di encama teqînê de jinekê jiyana xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.
Li gundê Zirax ê navçeya Lîceyê ya Amedê seat di 02.00'an de di malekê de teqîna pêkhat û hêj sedema wê nayê zanîn. Di encama teqînê de jina bi navê Ayhan Naziler jiyana xwe ji dest da û welatiyên bi navê Ferhat Onkol, Serdar Demîrok, Veysî Bîlgîn û Mehmet Demîrok jî birîndar bûn.
Hate ragihandin ku piştî teqînê kesên birîndar bi helîkopterê sewqî Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê hatin kirin û rewşa du kesan giran e. Cenazeyê Nazlier jî birin morga nexweşxaneyê.
Tê gotin sedema teqînê tupê gazê ye, hîna lêkolîn ser bûyerê berdewam dikin.
(zt)
