NCK’ê kongreya xwe ya 1’emîn pêkanî

09:36

JINHA


BASEL – NCK ya Swîsreyê 1’emîn kongreya xwe lidar xistin û derbasî modela nû ya rêxistinbûyînê bûn Kongreya xwe ya yekem pêkanî. Di kongreyê de endamê dîwanê siyasetmedarê Kurd Sabrî Agir li ser pêvajoya siyasî nirxandinek kir. Sebrî da xuyakirin ku yekemcar Kurd gihaştine wê nuqteyê ku şensê diyarkirina çarenûsa xwe bi dest xistiye. Di encama dengdanê de ji bo berdevkiya demî Dervîş Arîk û Derya Çelîk hatin hilbijartin.


 Navendên Civaka Kurd ên Swîsreyê (NCK) ê 1’emîn kongreya xwe lidar xistin û derbasî modela nû ya rêxistinbûyînê bûn. Di çarçoveya modela dema nû ya rêxistinbûyînê de, Kurdistaniyan Navendên Civaka Kurd li 11 bajarên 3 herêmên navendî yên Swîsreyê ragihandin û yekemîn kongreya Navendên Civaka Kurd ên Swîsreyê ku rêxistina sîwanî ye, pêk anîn. Kongre li salona dawetê ya Oscar a bajarokê Gerlefingen ê bajarê Swîsre Slothurnê bi beşdariya 300 delegeyî hat lidarxistin. Kongre, di serî de di kesayeta 2 welatiyên li Lîceyê di encama gulereşandina leşkerên Tirk de jiyaan xwe ji dest dan de bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna hemû cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir. Di nîqaşên tevahiya rojê hatin meşandin de, derket holê ku xebatên ji bo dema pêş wê hîn bêtir rê li ber hêviyan vekin.


‘Divê Kurdên li Ewropayê piştiriyeke xurt bidin pêvajoya dema nû’


Ji bo ji 50 hezar Kurdên li Swîsreyê re bibe bersiv û pirsgirêkên wan çareser bike, li ser modela nû ya rêxistinbûyînê nîqaş hat kirin û hat destnîşankirin ku divê Kurdên li Ewropayê piştiriyeke xurt bidin pêvajoya dema nû ya têkoşîna azadiyê ya Kurd û Ocalan daye destpêkirin.


Di kongreyê de endamê dîwanê siyasetmedarê Kurd Sabrî Agir li ser pêvajoya siyasî nirxandinek kir. Sebrî da xuyakirin ku yekemcar Kurd gihaştine wê nuqteyê ku şensê diyarkirina çarenûsa xwe bi dest xistiye.


‘Avakirina Xweseriyê weke wezîfeyekê daniye pêşiya Kurdan’


Sabrî bal kişand ser xeteriyên li Rojhilata Navîn bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê Kurd pê re rû bi rû ne û destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev rewşa Rojhilata Navîn baş nirxandiye, bûyerên diqewimin weke firsendeke dîrokî analîz kiriye û avakirina Xweseriyê weke wezîfeyekê daniye pêşiya Kurdan.


Li dû axaftinan rapora xebata salekê ya Civaka Azad hat xwendin û di encama nîqaşên li ser hatin kirin de hat qebûlkirin. Piştî nîqaşan, ji bo diyarkirina berdevkên demî yên Navenda Civaka Kurd a Swîsreyê hilbijartin hatin kirin. 


Di encama dengdanê de ji bo berdevkiya demî Dervîş Arîk û Derya Çelîk hatin hilbijartin. Kongre piştî hilbijartinan bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.


(zt)