Li Nisêbînê 5 jin bi giştî 6 kes hatin binçavkirin

11:13

JINHA


MÊRDÎN - Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, bi îddîaya alîkarî dane PKK'ê 5 jê jin 6 kes hatin binçavkirin. Ji kesên derxistin pêşberî dadgehê 1 hat girtin.


Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, ekîbên ser bi Muduriyeta Şaxê Têkoşîna li dijî Terorê ya Muduriyeta Emniyetê ya li Nisêbînê, avêtin ser hin navnîşanan. Di operasyonê de bi îddîaya alîkarî dane PKK'ê 5 jê jin 6 kes hatin binçavkirin. Li dû kar û barên li emniyetê binçavkirî radestî dozgeriyê hatin kirin û piştî lêprisîna li vir bi daxwaza girtinê sewqî dadgeha nobedar hatin kirin.


Dadgehê der heqê 5 jinan de biryar da ku bêyî girtî be bên darizandin û serbest berda. Di derbarê kesê bi navê N.A. de jî biryara girtinê ht dayîn.


(zt)