'Divê jinên Bosnayê şoreşa jinan ya Rojava mînak bigirin'
14:00
JINHA
SARAYBOSNA – Çalakiya Aştiya Navnetewiya Cîhanê li Saraybosnayê bi panelan berdewam dike. Di panela bi navê “Ji bo vîn û azadiya jinan paşve bê dayîna wan divê çî bê kirin” de Aktîvîsta DOKH’ê Ayşe Gokkan axivî. Ayşe şoreşa Rojava ya jinan nirxand û got: “Li Rojava tenê Rêxistina jinan ji jinên kurd pêknayê. Li Rojava gelê kurd, suryanî, ermenî û ereb ahtine bahev û bi hev re din ava hewildana avakirina jiyanek demokratîkdenin. Rojava mînakeke ji bo cudahî nexistina nava zayend û baweriyan bi hev re jiyankirine. Pêdiviya Bosna Hersek ya ku bi salane bûye mexdurê pergala modernîteya kapîtalîst bi rêxistinbûnek wiha heye.”
Bi sedema sed saliya 1’emîn Şerê Cîhanê li paytexta Bosna – Hersek Saraybosnayê Çalakiyên Aştiya Navnetewiya Cîhanê di roja 4’emîn de bi panelan berdewam dike. Jin bi maseyê glover û runiştinê çalakiyên xwe berdewam dikin. Di panela bi navê “Ji bo vîn û azadiya jinan paşve bê dayîna wan divê çî bê kirin” de jinan eleqeyek mezin nîşan dan. Moderotoruya panelê ji aliyê Clouda Hayat ve hat kirin. Di panelê de ji Tevgera Jinên Feminist ya Bosnayê Memnuna Zuisduc, Koordinatora Tirkiyê ya Meşên Jinan yên Cîhanî Yildiz Temel Turkan û ji Fransayê aktîvîsta feministan Jeannic Levretre beşdarbûn. Di panelê de despêkê Memnuna Zuisdic û got: “Divê jinên Bosna-Hersek ê hemû li hev bicivin û girêdayî dorpêça sala 1992’an de ‘Dunyayek çawan dixwazin’ nîqaşan bikin.”
‘Ji derveyî dîn divê li rêyên çareseriyê bên gerîn’
Memnuna diyar kir k udi sala 1992’an de li Bosnayê bi rêkupêk jin rastî êrîşên tecawîzê dihatin û wiha got: “Îro li Bosnayê xiristiyan, musilman û yahudî jiyan dikin. Ev olana li vêderê bi azadî dijîn. Li cihek 3 ol bi hev re jiyan dikin divê gel bên bahev û bi hev re li rêyên çalreseriyê bigerin. Divê jinên li vêderê dijîn ji derveyî ol rêxetina xwe çêkin û li ser tehîrbat û şopên ji sala 1992’an mayî xebatên bi hêz pêşbixin.” Memnuna da zanîn ku weke bînayên ji dema dorpêça Saraybosnayê gule lêketine qul qulî mane, hîna jinên travmayên tecawîzên wê demê ser xwe ne avêtine jî hene û wiha domand: “Divê êdî jinên Bosnayê nijadperestiyê nekin û bên bahev.”
‘Divê Bosna şoreşa jinan ya Rojava ji bo xwe mînak bigirin’
Aktîvîsta Tevgera Azadî û Demokrasiyê Ayşe Gokkan jî diyar kir ku divê jin bi hişmendiya zayendî rêxistina xwe çêkin. Ayşe da zanîn ku tiravmayên jinên Saraybosnayê dikarin bi rêxistinbûnê bên derbaskirin û wiha got: “Îro li Suryê bi polîtîkaya hêzên deshilat şerek qirêj tê meşandin. Lê li Rojava şoreşa dibin pêşangiya jinan de tê kirin tê dîtin k udi nava wî şerê qirêj de cîh nagirin. Ji ber wê jî bi hişmendiya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan Rojava ji nû ve tê avakirin.” Ayşe anî ziman ku şoreşa jinan li Rojava niha bûye modela herî nûjen di tevahî cîhanê de û wiha got: “Rêxistina jinên Rojava tenê ji jinên kurd pêknayê. Li Rojava gelê kurd, suryanî, ermenî û ereb ahtine bahev û bi hev re din ava hewildana avakirina jiyanek demokratîkdenin. Rojava mînakeke ji bo cudahî nexistina nava zayend û baweriyan bi hev re jiyankirine. Pêdiviya Bosna Hersek ya ku bi salane bûye mexdurê pergala modernîteya kapîtalîst bi rêxistinbûnek wiha heye.”
‘Jinên ku dixwazin cîhanê biguherin jiyana xwe jî diguherin’
Koordinatora Tirkiyê ya Meşên Jinan yên Cîhanî Yildiz Temel Turkan jî wiha axivî: “Meşa Jinan ya Cîhanî ji bo jin vîn û azadiya xwe paşde bigirin divê çî bê kirin li seranserî cîhanê tê nîqaşkirin. Ji bo wê divê sitratejiyek çawan bê avakirin nîqaş tên kirin. Carnan jî jin çalakiyên xwe vedigerîne çalakiyên cihêrang.” Yelîz da zanîn ku jin di jiyanê de şidet û feqîriyê dibînin û wiha domand: “Ji bo ev bê guherîn divê di tevahiya cîhanê de jiyana jinan bê guherîn. Di heman demê de ji bo jiyana jinan bê guherîn jî pêdivî bi guherîna cîhanê heye.”
‘Divê aştî yekalî nemîne’
Aktîvîsta Feminist Jeannic Lebretre jî got: “Divê aştî yek alî neyê nirxandin. Ji bo birastî di tevahiya cîhanê de aştî bê jiyan kirin, divê çanda aştiyê bê gihandina hemû gelan.”
(zt)

