‘Emê pêşengiyê ji tevahiya pêkhateyên herêmê û Rojhilata Navîn re bikin’
14:51
JINHA
SILÊMANÎ – Li Helepçe ji aliyê PÇDK û TEV-DEM'ê ve ser mijarên pêşketinên li Rojhilata Navîn, Herêma Federala Kurdistanê, aloziyên li herêmê û rewşa Rojavayê Kurdistanê, semînerek hat lidarxistin. Di semînerê de Rêveberiya PÇDK’ê Wehab Abdullah Ahmed axivî û got: “Xebat û têkoşîna gelê Kurd îro gihaye asta hemû plangeriyan vala derbixîne. Emê têkoşîna xwe ya civakek demokratîk bilind bikin û pêşengtiyê ji bo tevahiya pêkhateyên herêmê û Rojhilata Navîn bikin.”
Li navçeya Helepçeya bajarê Silêmaniyê ya Herêma Ferderala Kurdistanê ji aliyê Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK) û TEV-DEM'ê ve ser mijarên pêşketinên li Rojhilata Navîn, Herêma Federala Kurdistanê, aloziyên li herêmê û rewşa Rojavayê Kurdistanê, semînerek hat lidarxistin. Bi beşdariya hejmareke zêde şêniyên herêmê û rêxistinên siyasî pêk hat. Di semînerê de komkujiya li gundê Tilêliyê yê Rojavayê Kurdistanê, di 29'ê Gulanê de ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hat kirin û di encamê de 7 jê zarok 15 sivîl bi hovane hatin qetilkirin, hat protestokirin.
‘Ji bo civakek demokratîk emê tekoşîna xwe bilind bikin’
Di semînera ku bi deqeyeke rêzgiritnê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir de axaftina destpêkê ji aliyê endamê Rêveberiya PÇDK’ê Wehab Abdullah Ahmed ve hat kirin. Wehab Abdullah di axaftiya xwe de diyar kir ku hêzên berê Kurdistan parçe kirine niha hewl didin Kurdan jî di nava xwe de parçe bikin û got, "Lê belê xebat û têkoşîna gelê Kurd îro gihaye wê astê ku van plangeriyan vala derbixîne, têkoşîna xwe ya civakek demokratîk bilind bike û pêşengtiyê ji bo tevahiya pêkhateyên herêmê û Rojhilata Navîn bike.”
‘Yên Helepçe kirine êrîşî Rojava jî dikin’
Nûnerê TEV-DEM'ê yê Başûrê Kurdistanê Xerîb Hiso jî di serî de kêfxweşiya xwe ji bo Helepçeyiyan anî ziman û li ser pergala hersê kantonên Rojavayê Kurdistanê axivî û got: “Helepçe tiştê ku rejîma Baasê li serê wê kiriye dibe ku li ti parçeyên Kurdistanê ên din nehatibe jiyîn. Lewma Helepçe di dîroka mirovahiyê de şûnek xwe a teybet heye. Kurdên ku ji dîrokê û hetanî niha cihê xwe li cem dijminê kurdan girtine di roja me ya îro de jî ku şoreşa Rojavayê Kurdistanê destpêkir wan dîsa dev ji helwestên xwe bernedan û cihê xwe li gel rejîma Îran û Turkiyê girtin û pişta xwe bi kolandina xendekan an bi hindek helwestên din dan kurdên Rojavayê Kurdistanê."
Xerîb Hiso di dawiya axaftina xwe de got: “ Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ne tenê ji bo gelê kurd li Rojavayê Kurdisanê ye, ev şoreş ji bo avakirina jiyaneke azad li her çar parçeyên Kurdisanê ye û her wiha wê bikare ku hemû pêkhateyên din ên her qadeke Kurdistanê di nava xwe de bigre.”
Piştî axaftinan di dawiya semînerê de bang li hemû Kurdan hat kirin ku yekitiya xwe xurtir bikin û ji bo civakek demokratîk têkoşînê bilind bikin.
(zt)

