Serokê Navenda BDP’ê ya Êlihê Serdar Atalay hat derbkirin.

15:11

JINHA


ÊLIH – Li Êlihê di çalakiya protestokirina komkujiya Lîcê de Serokê Navenda BDP’ê ya Êlihê Serdar Atalay ji aliyê polîsan ve hat derbkirin.


Bi boneya şermezarkirina komkujiya Lîcê ya kut ê de 2 welatiyan jiyana xwe ji dest dayî de li Êlihê Rêxistinên BDP, HDP û gelek endamên rêxistin û saziyên civakî ji bo gulên reş danin ber avahiya AKP’ê dest bi meşekê kirin. Girseya ku ji ber avahiya BDP’ê dest bi meşê kirin berbi Cadeya Amedê ve ketin rê ji aliyê polîsan ve hat asteng kirin. Ji bo pêşîgirtina li girseyê polîsan bi wesayîtên zirxî rê girtin. Di wê demê de Serokê Navenda BDP’ê ya Êlihê Serdar Atalay ji aliyê polîsan ve hat derbkirin. Dema ku rewşek wiha ruda rageşî zêdebû.


(zt)