Cenazeyê Ayhan ji morgê hat girtin

15:37

JINHA


AMED – Li gundê Zirxa yê girêdayî Lîcê teqînek hîna sedema wê nehatiye zanîn çêbû û di encamê de Ayhan Nazlier jiyana xwe ji dest da. Ji bo cenazeyê Ayhan bispêrin axê ber bi gundê Şenlikan ve xistin rê. Jinan cenazeyê Ayhan li ser milê xwe bi lorînan birin.


Li gundê Zirxa yê girêdayî navçeya Lîcê ya Amedê şevê dinê di malekê de saet 02.00’an de teqînek hîna sedema wê nehatiye zanîn çêbû. Di encamê de jina bi navê Ayhan Nazlier jiyana xwe ji dest da. Di heman bûyerê de Ferhat Onkol, Serdar Demirok, Veysî Bîlgîn û Mehmed Demirok jî birîndarbûn. Piştî teqînê birîndar bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê. Hat zanîn ku rewşa 2 birîndaran girane.


Di merasîma cenazeyê Ayhan de dayîkan dilorandin  


Cenazeyê Ayhan jî piştî otopsiyê  ji bo cenazeyê Ayhan bispêrin axê ber bi gundê Şenlikan ve xistin rê. Jinan cenazeyê Ayhan li ser milê xwe bi lorînan birin. Di merasîma cenaze de Parlementera HDP’ê Nursel Aydogan, Hevseroka KCD’ê Aysel Tugluk jî din av de welatî bi kanvoyek ji hezaran wesayîtan cenaze xistin rê û ber bi gundê Şenlik ve birin. Di dema merasîma cenaze de jinan bi gotinên weke “Erdogan te canê me şewitand Xuda canê te jî bişewitîne” bertekên xwe di anîn ziman. Dayîka Ayhan Zahîde Nazlier jî di dema bihîstina agahiya wendakirina keça xwe de hewl da bi hêz li ser lingê xwe raweste. Bi lorîna Zahîde li ser cenazeyê keça wê hemû jinan rondik barandin.


 (zt)