Hijmara yekem a kovara Asoya Jinê derket
15:49
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Hijmara yekemîn a Kovara “Asoya Jinê” li ser navê Yekîtiya Star li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, îro hat weşandin.
Kovar polîtîkî, civakî û çandî ye û dê mehane ji aliyê rêxistina Yekîtiya Star ve derkeve û rewşên jinan li Rojavayê Kurdistanê bişopîne.
Kovar di 80 rûpelên xwe de mijar û dozên taybet ên girêdayî jinan li Rojava dihewînin û mijarên din ên wekî peyvên azad, nêrîn û raman, rûpelên zindî, zimanê zikmakî , lêkolîn, mala me, jinên têkoşer, tenduristî, hastên azad û hûner û wêje dinirxîne.
Girûpek ji jinan rêbeveriya weşandina kovarê dikin. kovara Asoya jinê yekemîn kovar ji aliyê Yekîtiya Star bi zimanê Kurdî tê weşandin ne, ji bilî wê Rêxistina Yekîtiya Star bi nave “Dengê Jiyanê” bi zimanê Erebî diweşîne.
Grûpa kar a Asoya jinê nivîsên xwendevanan li ser vê êmîlê pêşwazî dikin:
(zt)

