Dayîka Ramazan: Her dem serê me bilinde
17:19
JINHA
AMED – Di tazyeya Ramazan Baran yê li Lîcê bi guleya leşkeran jiyana xwe ji dest dayî de ser navê heyeta HDP û BDP’ê Hevseroka HDP’ê Sebahat Tuncel axivî û diyar kir ku dê her dem tekoşîna xwe berdewam bikin. Dayîka Ramazan Baran jî got: “Dê her demê serê me bilind be.”
Di roja 15’emîn ya çalakiya berxwedanê ya gelê Lîcê li hemlberî çêkirina qereqol û kalekolan di saet 18.30’an de leşker û polîsan êrîşî wan kir. Taziya Ramazan Baranê di wê êrîşê de jiyana xwe ji dest dayî li Mala Sersaxiyê ya Saraykapi ya navçeya Surê ya Amedê hat danîn. Hevserokên Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) Ertugrul Kurkçu û Sabahat Tuncel Parlementera HDP’ê Ayla Akat Ata, Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Selma Irmank, Hevşaredara Bajarê Mezin ya Amedê Gultan Kişanak û hevşaredarên navend û navçeyan çun serdana Mala sersaxiyê.
Di taziyê de Hevseroka HDP’ê Sebahat Tuncel axaftinek kin kir û got: “Em hêvîdarin ku wendabûna Ramazan bibe wendabûna dawiyê. Ciwanên me li hemberî polîtîkaya qirêj bedenên xwe feda dikin. Gel bi vîna xwe li pêvajoya çareseriyê xwedî derdikevin. Em jî weke siyasetmendar dixwazin bibin dengek ji bo pêvajoyê. Emê ji niha û pêde azadiya gelan bi şêweyê herî baş pêşde bibin.” Dayîka Ramazan Baran jî got: “Li hemberî qetilkirina Ramazan serê me bilinde.”
(zt)

