Abdullah Ocalan: Divê rêz bê dayîna pêvajoya bêçalakbûnê
08:02
JINHA
STENBOL - Heyeta HDP’ê a ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevîtin kir, di daxuyaniy dan gotin ku Ocalan wiha gotiye: “Ji bo ku asta nû bê xistina meriyetê de hizîrîn û hêviya min bi hevan biryarê didome. Di hevdîtina me ya pêştir de min li herdu aliyan banga hişyariya ku li hemberî rewşên rê li ber zehmet kirina pêvajoyê û provokasyonan vebikin de birevin kiribû. Ez vê bangê nû dikim û li benda ku herdu alî rêzdariyekî rast nîşanî rewşa bêpevçûnê bikin deme.
Heyeta ku ji Serokwekîlê Koma HDP’ê Îdrîs Baluken û Pervîn Buldan li gel Alikarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sirri Sûreyya Onder ku li Girava Îmralî bi Ocalan re hevdîtin pêkanîn, pêkdihat, piştî hevdîtina xwe ya bi Ocalan re ji Girava Îmralî vegeriyan. Heyetê piştî hevdîtinê şûnde daxuyaniyekî nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Birê Ocalan destpêkê xemgîniya xwe ya ji bo Remazan Baran û Bakî Akdemîr ku di êrişa Lîcê de jiyana xwe ji dest dayîn anaî ziman, di serî de malbata wan re û gelê Lîcê û hemû gelê Kurd re sersaxî xwest û got ku; “Ez hêvî dikim ku ev windahiyên me, di têkoşîna me ya azadî û demokrasiyê de bibin windahiyên dawî." Birêz Ocalan girêdayî pêvajoyê jî wiha got; ‘Ji bo ku asta nû bikeve meriyetê de, hizirîn û baweriya min bi heman biryarê didome. Di hevdîtina me ya pêştir de min li herdu aliyan banga hişyariya ku li hemberî rewşên rê li ber zehmet kirina pêvajoyê û provokasyonan vebikin de birevin kiribû. Ez vê bangê nû dikim û li benda ku herdu alî rêzdariyekî rast nîşanî rewşa bêpevçûnê bikin deme. Bûyerên ku di demên dawî de çêdibin pêvajoyê zehmet dikin. Û tengezariyên mezin çêdikin. Di mijara derbaz kirina van tengezariyan de em hemû bi hevre di rewşa ku bi biryarekî mezin û îradeyekî saxlem ya aştiyê nîşa bikin deyîn. Min gotibû ku asta em gihanê destpêkekî hêvî dideye. Ji îro de ez dişopînim ku ev hêvî di aliyê vegeriyaye xebatên berçav yên di aliyê çareseriyê de. Em di astekî dîrokî dene. Ji bo em vêna bi ser bixwin hemû hevdîtinên ku em li vir dimeşînin ji raya giştî re vekirî, bi şêweyekî zelal û zagonî meşandin bê nîqaşe. Di rewşekî wiha bûyîn de divê pêvajoyê ne bi spekulasyonan, wê hemû kes bibîne ku di aliyê çareseriya demokratîk û ji bo demokratîkbûna hemû welate, hatiye dîtin. Weke hişyariyekî giring ez dixwazim vêna jî bêjim ku; ti nêzikatiyekî me ya rencîde û nerênî ya li hemberî ti nirxên netewî yên netewan û sîmgeyên wan çênebûye, çênabe jî. Rewşa dawî ya provokasyona alê ku hewil tê dayîn Tirkiyê bêxin dijî me, divê ji aliyê herdu aliyan ve jî bi şêweyekî lezgîn lêpirsîna wê û encamên wê ji bi tevayê gelê me re parvekirin şerte. Ev şêweyên provokasyonan dahatoya hevbeş ya gelan hedef dikin û divê hemû kes bizanin ku nirxandinên minên netewa demokratîk hedef digirin. Li ser vê bingehê ji bo aştî û demokrasiyekî mayînde hemû beşên ku hewildanan didin silav dikim. Rewşa bê pevçûnî ya ku me bi dayîna bedelên mezin çêkiriye û hêviya çareseriya demokratîk heya ku tê aştiyekî mayînde tê çêkirin, ez banga ku hemû kes bi hesasî biparêze bi giringî nû dikim.”
(zt)

