Li şîlî ji ber rabûna lêhiyê 3619 kesan jiyana xwe ji dest dane
08:31
Hezîran
10
/ 2014
JINHA
ŞÎLÎ – Li welatê Şîlî ji ber barîna barana zêde û rabûna lêhiyê heta niha 3619 kes jiyana xwe ji dest dane û 27 hezar û 210 malbat jî koçber bûne.
Di van rojan de li Şîlî gelek baran bariye. Lêhî herî zêde li bajarên weke Hîgînz, Biyobiyo, Erakanya, Liwîs Riyos û LosLagos zêde bûye. Ji ber sedema barîna baranê û rabûna lêhiyê heta niha 3619 kes jiyana xwe ji dest dane û 27 hezar û 210 malbat jî koçber bûne. Ji ber lêhiyê peyîwir dar û berpirsên welat jî nikarin li hawara welatiyan biçin.
Berpirsên welat bang li welatên cîran kirin ku li hawara wan biçin û xwe bigihînin wan.
(zt)

