Li Silêmaniyê pêşangeha hunerê xwendekaran

08:55

JINHA


SILÊMANÎ – Li Silêmaniyê Xwendekarên Beşa Hunerê Ciwanekan yên Zanîngeha Silêmaniyê bi pêşangehekê hunerê xwe nîşan dan.


Li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Federala Kurdistanê Xwendekarên Beşa Hunerê Ciwanekan yên Zanîngeha Silêmaniyê bi pêşangehekê hunerê xwe yê dawiya sala xwendinê pêşkêş kirin. Pêşangeh ji aliyê xwendekaran ve bi alîkariya rêxistina huneri ya bajêr li Hola Tawar ya bajarê Silêmaniyê hat nîşandan.


Pêşangeha hunerê xwendekaran ji aliyê welatiyan ve rastî eleqeyek mezin hat.


(zt)