‘Rojava ne bi tenêye’

09:47

JINHA


STOCKHOLM – Rêxistinên civakî yên demokratîk ên di çarçoveya çalakiyê xwe yên permezarkirina komkujiya Tilêliyê û piştgirîdayîna gelê Rojava li Qada Sergel a Stockholmê, kon vedane û nobetê digirin. Endamên Meclîsa Jinê ya Amara yên ji Rojhilatê Kurdistanê çalakî dewir girin.


Rêxistinên civakî yên demokratîk ên Kurdistanî, ji bo protestokirina komkujiya Tilêliyê û piştgirîdayîna gelê Rojava, çalakiyên xwe dewam dikin. Peywira dewamkirina çalakiya kon a li Qada Sergel a Stockholmê, ji aliyê jinên endamên Meclîsa Jinê ya Amara yên ji Rojhilatê Kurdistanê ve dewir hat girtin. Li qada ku pankartên bi nivîsa şermezarkirina komkujiyên çeteyan, piştgiriya Rojava, wêneyên tekoşerên YPG'ê û alên YPG'ê û PKK'ê hatine vekirin. Jin der barê rewşa li Rojava û  herêmê de raya giştî ya Swêdê agahdar dikin.


Di çalakiyê de komkujiya Lîcê hat şermezar kirin


Di çalakiyê de pêşketinên li Rojava, çalakiyên li herêmê û tayîbetî jî komkujiya Lîcê hatin nirxandin. Jinan diyar kirin ku li aliyekî desthilatdariya AKP'ê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê dike li aliyê din amadekariya şer dike.  Jinan qetilkirina 2 xwepêşandêrên Kurd ji aliyê leşkeran ve protesto kirin û bang li desthilatdariya AKP'ê kirin ku dawî li êrîşên xwe yên li dijî gelê Kurd bîne.


Ji Meclîsa Jinên Kurd a Amamara Nûrten Cengîz der barê çalakiya xwe de agahî da. Nûrten ragihand ku gelê Rojava bi tenê nîne û ewê li dijî çeteyên êrîşî Rojava û xweseriya demokratîk dikin, her tim bi gelê Rojava re bin.


Ciwan bi dilxwazî îmzayan davêjin


Jinan li ber kon belavok û broşueran belav dikin. Ji bo azadiya girtiyên siyasî û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îmzeyan kom dikin. Ji jinên îmzeyan kom dike Gulten Dêrsim diyar kir ku ji ber globalbûyîna cîhanê ew dibînin ku raya giştî ya Swêdê der barê bûyerên li Kurdistanê de hîn bêtir xwedî agahî ye.  Gulten da zanîn ku bi taybetî ciwan bi dilxwazî îmzeyan diavêjin û got, "Gelekî girîng e ciwan hestyar in. Piraniya wan bi taybetî jî xwendekarên zanîngehê haya wan ji qewimînên li Kurdistanê hene û Serok Apo nas dikin. Hin ciwanan diyar kirin ku ewê di tezên xwe de mijara Kurdistanê binirxînin û xwestin em ji wan re bibin alîkar."


‘Dê her îmzayek alîkarî bide pêvajoyê’


Xwendekara dibistana seretayî Rojîna Abdullahi ya 11 salî û ji Hatêma Federala Kurdistanê jî ji destpêka vedana kon heta niha ya herî zêde îmze kom kiriye ye. Rojîna anî ziman ku wê gelekî îmze kom kiriye lê belê hejmara îmzeyan nayê bîra wê û wiha got; "Ji ber ku dixwazim Serok Apo û girtiyên din ên Kurd ên li girtîgehan bên berdan, îmzeyan kom dikim. Ewê şer bisekinînin û ji me Kurdan re bibin alîkar. Jİ ber vê yekê divê ew azad bibin."


(zt)