Di pritûkxaneyên Rojava de beşên zarokan hatine avakirin

10:04

ZİNARÎN AYDÎN/JINHA


ROJAVA - Li Rojava  di her bajarekî de pirtûkxane hatine vekirin. Li gel gelek beşên dewlemend yê pirtûkxaneyê di heman demê de beşê zarokan jî hatine vekirin. Zarok her roj têne van pirtûkxaneyan, pirtûkan digrin. Berpirsyara  beşê zarokan Rojîn osman girêdayî xebata xwe ya ji bo zarokan weha axivî: ''zarok pêşeroja civakê ne. Crmanca me ya avakirin vî beşî kişandina zarokan bi aliyê xwendinê ve ye.”


Di rojavayê kurdistanê de, piştî ku şoreş destpê kir, li kêleka gelek xebatan, xebatê rêxistinkirina pirtûkxaneyan jî tê meşandin. Li her bajarekî pirtûkxaneyên bi navê şehidan hatiye vekirin. Di van pirtûkxaneyan de beşên zanistî, dîrokî, felsefî, wêjeyî, çandî û beşên zarokan heye. Pirtûkxaneyên ku ji zimanê kurdî û erebî pêk tên, ji bo zarokan jî beşeke ku ji pirtûkên zarokan pêk tê hene. Zarok her roj têne van pirtûkxaneyan, pirtûkan digrin, navên xwe û yêpirtûkan didine nivîsandin û piştî ku pirtûkên  xwe bi dawî dikin ji bo guhertina pirtûkan careke din tên pirtûkxaneyê. Di rojê de bi dehan zarok bi armanca girtina pirtûkan bi awayeke komî tên pirtûkxaneyê û diçin.


‘ Ji ber zarok pêşeroja civakê ne’


Li ser ermanca vekirina beşên zarokan di pirtukxaneyan de berpirsyara  beşê zarokan Rojîn osman weha axivî: ''zarok pêşeroja civakê ne, ermanca me ya avakirin vî beşî kişandina zarokan bi aliyê xwendinê ve ye. Ji bo ku di civakê di nifşeke zane ku ji zanebûnê hez bike em bi kîtabên ku bikaribin fam bikin wan dikşînin ber bi pirtûkxaneyê''.


‘Piraniya zarokan pirtûkên kurdî hildibijêrin’


Piraniya zarokan pirtûkên kurdî hildibijêrin, dema ku me sedemê vê yekê ji wan pirsî bersivên wan weha bû: jiber ku em ji zimanê xwe yê kurdî hez dikin, dixwazin ku zimanê xwe yê kurdî fêr bivin û jiber ku zimanê me kurdî ye em pirtûkên kurdî hildibijêrin.


‘Tevayî jiyana zarokan bi kurdiye’


Li tevayî bajarên rojava niha di dibistanan de ders bi zimanê erebî û kurdî tê dayîn. Zarokên kurd herî zêde xwesteka wan ya xwendina kurdî li pêşe. Ji ber ku di hindirê malê de jî bi dayik û bavê xwe bi xwişk û birayên xwe re bi kurdî dipeyivin. Ji lewma di xwendina pirtûkan de û di dibistanan de jî xwe di zimanê kurdî de hîn rehettir dikarin îfade bikin.


(za/zt)