Li îranê rêjeya telaq û cudabûnê gihaye asta herî bilind
10:17
JINHA
TAHRAN - Li Îranê telaq û cudabûna hevseran geheştiye asta herî bilind û roj bi roj hejmara wê zêdetir dibe.
Rêveberê Giştî yê Lênûsa Nifûs, lêkolîn û zanyariyên veguhestina saziya Elî Ekber Mehzûn diyar kir ku di 2 mehên borî de di her demjimêrekê de 15 telaq li Îranê hatine jiyan kirin û got: ‘‘Bi giştî li seranserê Îranê 21 hezar û 584 telaq hatine qeyîdkirin. Ji wê hejmarê 19 hezar û 629 li bajaran û hezar û 955 telaq û cudabûna hevseran ji li gundan çêbûye.”
Bajarên ku herî zêde hejmara telaqan lê hatine qeyîd kirin, Tehran bi çar hezar û 250, Xorasan a Rezewî bi 2 hezar û 22 û Xuzistan bi hezar û 301 telaqan li pêş bûne. Zêde bûna hejmara telaqan, kêmbûna zewacê, kêmbûna hejmara zarokan û bi giştî kêmbûna nifûsa xelkê Îranê bûye sedema dilgiraniya rayedar û desthilatdarên rejîma Îranê.
Li gor amarên fermî rêjeya qeyîd kirina zewacan li hember rêjeya telaqê li Îranê gelek kêmtir e.
(zt)

