Qetilkirinên jinan nayên normalîze kirin… (BEŞA 1)

11:13

ROHAT EMEKÇİ/JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN – Di dema dayiksalari ya berî sedhezar salî de, avakarê jiyana civakî jin bû. Di vê pêvajoyê de zayendiya jinê, şahidî ji hemû rêbazên perçiqandinê re kiriye. Ji derveyî îstîsmara nasnameya zayandî, nêzîkatiyên bila hîn xweşiktir bê xuya kirin û hîn zêde girîngiya wê derbikeve holê û hwd, ji dîrokê heya roja me ya îro ji îşkence kirina jinê wê detir ne tişteke dine.


 Dîroka îstîsmar, kêm dîtin û biçûk xistina jinê, weke dîroka civaka çînî kevne. Di vê pêvajoyê de zayendiya jinê, şahidî ji hemû rêbazên perçiqandinê re kiriye. Ji derveyî îstîsmara nasnameya zayandî, nêzîkatiyên bila hîn xweşiktir bê xuya kirin û hîn zêde girîngiya wê derbikeve holê û hwd, ji dîrokê heya roja me ya îro ji îşkence kirina jinê wê detir ne tişteke dine. Tê gotin ku jin sembola hemû xweşikiyan, zêre, dilovane, dayike, evîndar û hwd… Lê ev hemû nêzîkatî zayendeya jinê ya di rewşa civakîde qet nedaye gohertin. Cardin yê ku hatiye cewisandin û îstîsmar kirin jine. Li gel vê yekê demên dîrokî yên zayendiya jinê ya ku mora xwe li têkilî û jiyana civakî xistiye jî he ne.   


Di civaka dayiksalarî de mêr li destê jinê mêze dikir


Di dema dayiksalari ya berî sedhezar salî de, avakarê jiyana civakî jin bû. Di civaka dayiksalarî de mêr li destê jinê mêze dikir. Di nava zayendiyan de tu cudahî tunebû û jinê tu carî ne fikirî ku hêza xwe ya civakî û nirxên xwe weke amûr bide xebitandin. Di wê serdemê de serdestî û bindestî, di nava mirovan de şer tunebûn û dozên xwînîbûnê ne mijara gotinê bûn. Ji ber ku jin rêveber bû. Di qada civakî de mafên medenî, hiqûq, sazî hwd, dibin diyarkeriya jinê de bûn. Mînak; bavê zarokekê ku di hat dinê nedihat pirsîn, tenê li gorî dayika wê/wî nasname dihat sererast kirin. Di vê serdemê de nêzîkatiyên kêm dîtin, ji ber zayendiya xwe kêmxistin, tu carî layikê mirovan ne hatiye dîtin û ev rewşên wiha ne jiyane. Di çarcove karên sivik de, zilam şivantî dikir, jinê jî nebat kom dikirin û bi vî awayî debara malbata xwe dikirin.  Çi dema ku zilam bû xwediyê keriya ku dida çêrandin û çekên dêrin derketin, rewşa jinê jî ber bi hejandinê ve çû. Di vê serdemê de desthilatdariya zilam hêdî hêdî bi îstîsmar û zextan derdikeve holê. 


Gotin desthilatdariya jinê mora xwe li serdema dayiksalariyê daye


 Berî 10.000 hezar sal di serdema hovîtiyê de, wêneyên ku li ser dîwaran hatin xêz kirin, xwedawendiya-dayikê tim mora xwe li  materyalan xistiye. Gotin desthilatdariya jinê mora xwe li serdema dayiksalariyê daye, anîna ser ziman dê ne bê mafî be. Ev desthilatdariyeke ku em fam dikine, ne ewe. Ev nêzîkatî, têkiliya serdestî û bindestiyê ji hev cuda dike. Di şefkete Îspanyayê di fîgûrê jinê yê ku hat dîtin de, rastî çanda desthilatdariya jinê hat.  Cardin berevajî îdiayên civaka desthilatdariya zilam, li gorî lêkolîna ku hat kirin de, di wê serdemê de qoqê jinê li ser hecma wê 58 santîme re ye û yê zilam jî 55 santîme. Di vir de cardin hat xuya kirin ku mejiyê jinê ji yê zilam 3 santîm mezintire. 


bi gelek kêmasiyên xwe ve xizmetkar û koleyê zilame


Lê di roja me ya îro de, li ser navê kêmkirin û kêmxistina jinê, ji derveyî mejiyê xwe, bi gelek kêmasiyên xwe ve xizmetkar û koleyê zilame. Ev yek feraseta kapitalîzmê ya herî girînge. Bi vê yekê têgîna jin daye bikaranîn û bi vê re jî hemû maf û azadiyên heyî li jinê hatiye qedexe kirin.


Jin nûneriya berhemdariyê û zêdebûyînê dike 


Jin dayike û berhemdare. Jin berhemdariyê û zêdebûyînê temsîl dike. Feraseta desthilatdariya zilam, çavê xwe bera vî aliyê jinê jî kiriye û hewl dide ku jê bidize. Ji ber vê yekê di mîtolojiyê de taybetmendiya berhemdariyê datînin ser Xweda Zeus jî. Xwedayê (zilam) ku zarokê xwe bîne dinê, dê karibe jinê ji textê wê bigre. Bê goman wisan jî bû. Piştî ku mulkiyeya taybet derket holê û amûrên berhemdariyê ku ketin destê zilam, têkiliyên kevneşoî yên îstîsmar û kêmxistinê jî derketin holê û ev yeke heya roja me ya îro jî tê. Êdî di navbera birayan de li hevketin, bêhizûrî û şer serbest bû. Êdî desthilatdariya zilam hikûmdariya xwe li ser Toteman da meşandin û bi vî awayî jî pergala îstîsmarê hat avakirin. Bi destxistina van amûran bi bîrdoziyên nû, komeke serdest hat avakirin. Ev kom di şert û mercên kapitalîzma ku em têdene, hemû sermaye û amûrên berhemdariyê ku xistine destê xwe burjuvazîne.


Cudakarî û xistina jinê jî bi ronîkirina serdemê zêdetir bûye


Cudakarî û nîjadperestiya zayendî ji derveyî biyolojîk, di aliyê civakî, aborî û siyasî de cudakariyeke nijadpereste. Weke nîjadperestiya ku li Ewropaya Emperyalîst, cudakariya di navbera zayendiyan de bi awayeke ber bi çav tê jiyîn. Di sed sala 18'emîn de li gorî zimanê Mîtaniyan nijatperestiya ku derketiye holê, çawan ku zanist bi aqlê ılım hatiye avakirin, cudakarî û xistina jinê jî bi ronîkirina serdemê zêdetir bûye.


Heya mekanîzmaya îstîsmarê ranebe azadiya jinê ne pêkane


Raman nasên pêşketî yên burjûva, bi awayekê vekirî xwedî fikrên faşist û nijatperestin. Reşikên Voltaîre ku weke nijada nêzî heywane tê nirxandin, Kant îdia dike ku reşikên Afrîkayê ji xwezayê zekaya xwe ne girtine. Li gorî Yahudiya jî diz û sextekarin. Ev hemû nêzîkatiyên faşîzene yên li ser navê pêşketina serdema ronakbûnê ku tên kirin, bi girêdayî fikrên nû, bi rêya pergala bîrdozî ku cudakariyê dixwe di navbera gelan, her roja der bas bû cudakarî xist di navbera zayendiyan jî. Di encama têkiliyên hilberîna serdet a ku heya roja me ya îro hatî de, ji ber bê çareseriyên bîrdozî yên ji bo zayendiyan derketin holê, newekheviya di navbera jin û zilam de heya ku têkiliya hilberin û kapitaîzmê bi hev re hebe, çareser nabe û ev rastiyeke herî şênber a ku tê zanîn e. Lewma heya ku mekanîzmaya îstîsmarê ku cudakariyê dixwe navbera zayendiyan hebe, azadiya jinê ne pêkane.        


Bi îstîsmarkirina keda jinê re, keda zarokan jî hat îstîsmar kirin


Dema ku sermaye ket bin tekela kapitalîzmê keda jinê hat îstîsmar kirin û hîna jî ev îstîsmar bi awayekê herî hovane tê kirin. Bi îstîsmarkirina keda jinê re, keda zarokan jî hat îstîsmar kirin. Hêzên desthilatdar ên ku di demên cuda de peymana mafê jin û zarokan anîn ser ziman jî, di aliyê qanûnî de tedbîr ne hatin girtin.  Polîtîkayên cîhanê yên Neo-lîberal li Tirkiyeyê jî feqîrtî, bêkarî û bê edaletî kutir kir û encamên bê rêxistinî yên lewaz darxist holê. Bi van polîtîkayan ewlehiya civakî, tendirûstî, perwerde, xwedî derketina zarok, pîr û kalan, mafê jinê û hwd ji holê rabûn û butçeyên ji bo veqetadina xizmetên civakî jî hatin teng kirin. Bi vê yekê ve girêdayî, feqîrtiya ku derket holê, êşa cudakarî û bê mafiya di navbara zayendiyan hişt ku bedena jinê weke amûr bê xebitandin û di pazara sermaye de bê şirotin.  Em bi fikirin ku di qada serbest a ticarî de ji % 90 jin dixwebitin, wê demê di kîjan astê de keda jinê tê îstîsmar kirin nayê hesiban ku ewqas zêde ye. Sermayeya kûrevî ku di roja me ya îro de her tişt kiriye amûr û bi mantiqê kar li her tiştê mêze dike, bi awayekê herî zêde jinê di sektorên karên seks, reklam û karên erzan de heya ku bêje îstîsmar dike. Fuhuş tê rewa kirin. Dewlet ji sektorên malên giştî û malên bi kar anîna jinê vergiyan digire. Dewlet ji vê yekê jî butçeyeke gelek mezin digire. Kesên ku dixwazin exlaq nîşanî gelan bidin, ji gel rêyên bê exlaqiyê tên û van bê exlaqiyan jî dixin, xizmeta desthilatdariya xwe. 


 Li gorî mêr jin heqdestê xwe nikare bigire


Cudakariya di navbera zayendeyan û îstîsmarkirina keda jinê li Tirkiyeyê piştî 1980'an, bi gohertina polîtîkayên aborî re gehişt pileya herî jor. Dema ku mirov li hêjmaran dinêre, mirov dikare vê yekê bibîne. Li Tirkiyeyê ku 13 jin dixwebitin, 87 jî zilam dixwebitin.  Li Tirkiyeyê tenê ji sedî 26 jin xwedî karin. Li gorî tê zanîn, 4 mîlyon jin bêyî ku qeyda wan hebe, dixwebitin. Keda jinê bi vê yekê wisan tê xebitandin. Cardin jin li gorî zilam, heqdestê xwe nikare bigire, an jî bi heqdesteke pir kêm kedê dide. Heqdesteke ji % 12 kêmî zilam digire. Jin herî zêde di sektora çandiyê de, bê yî ku qeydên wan ên resmî hebin tên xebitandin. Ji der veyî van xizmeta sektorê jî heye. Di nava van sektoran de qadên herî dagirtî, karê buroyan, dezgehdarî û hwd, hene. Di sektora Tekstîlê de jî keda jinê tê îstîsmar kirin.


Keda jinan û zarokan nayê parastin


Di hedefa hilberîna kapitalîsma meta yê de, maliyeta heyî bixwe bin sifrê û li rêyên kara maksîmum digere û dixwe dest xwe. Li welatên ku rêxistinbûyîn û têkoşîna bi destxistina mafên xwe kêm, keda jin û zarokan nayê parastin. Ji ber vê yekê li welatên di rêza herî yekemîn de keda jin û zarokan tê îstîsmar kirin û li ser keda wan aboriyeke herî zêde tê bidest xistin.


Feraseta dîn  jin xistiye û weke ‘Cihê jinê di malê deye’ nêzdibin


Di civaka desthilatdar a zilam de, ji ber zayendiya jinê û maliyetê zêde, jin di sektora hilberînê de bi awayekê cidî nayê xebitandin. Ji ber rewşên ducanî, mêzekirina zarokan, tê fikirîn ku ev rewş dibe sedema winda kirina hilberînê. Ji ber vê yekê hîn zêdetir jin di sektorên bê qeyd de tên xebitandin. Feraseta din a ku jin xistiye "Cihê jinê di malê deye." Ev weke baweriyekê di civakê de hatiye rûnişkandin. Di roja me ya îro de pir kêm bêjî ev bawerî hatiye şikandin. Ji ber pêdiviya keda jinê ya di sektora xizmenêde kapitalîzmê hinek be jî jin derxistiye derveyî malê û xistiye nava hilberîna sermayeya xwe.


Ev rewşa ku li welatê me têjîn, ger em bi hêjmaran rêz bikin…


Sermayeya korevî li dijî hemû hêzên xwedî ked ên weke ol, mezhep, neteweyî û zayendeyên cuda, pergala xwe daye ferzkirin û ji bo ku piyasa xwe mezintir bike, dest bi pêla tundiyê kiriye. Di bîst salên dawî de cîhan, êşên vê pêla tundiyê dijî. Dorpêçkirina Sermayeya Korevî herî zêde bandorê li ser jinê kiriye û dike.


Ev rewşa ku li welatê me têjîn, ger em bi hêjmaran rêz bikin, dê bi awayekê hîn vekirîtir derbikeve holê. Îro li Tirkiyeyê hêjmara jinên rêveber hetanî beje kême û ev yek di asta ku mirov bêxwe şoqê deye. Hêjmara rêveberên jin a di pileyan yekemîn de ji %1'e. Temsîliya di navîn de jî (şef hwd) ji %28'e. Balkêşe ku bi giştî amîrên van hemûyan jî ji zilaman pêk tê. Di rêveberiyên asta jor de jî  pir kêm jin hene û mirov dikar vana bi pêçiyan jî bijmêre. Di nava 25 musteşarên ku di îdarê de cihê xwe de qet musteşarên jin tuneye. Tenê 2 alîkarên musteşarên jin hene. Ji 131 kadroyên midûr ên giştî tenê 8 jê jin hene. Di nava 106 alîkarên serokan de jî 9 jin hene. Em dikarin van daneyan hîn zêdetir bikin. Lê ya herî ber bi çav jî hêjmara parlamanterane. Li gel ku hêjmara heyî nîvê wê jine jî, cardin di meclisê de temsîliya wê ji %4'e. Li vî welatî tenê navê jinê heye û derewên ku li ser pirsgirêka jinê tên kirin jî tu kesî îkna nakin. Li Tirkiyeyê kêm hiştina temsîla jinê êşeke mezin dide çêkirin.  


‘Jin ne xwedî sata di rêveberiyan de cih bigirine’


Jinên ku li gorî pêkanînan tên înkarkir, li gorî nifusa heyî jî ne xwedî temsîliyeteke girîngin. Weke ku ev ne bes bê, cardin tê gotin ku jin ne xwedî wê kapasîteyê ye ku di rêveberiyan de cih bigirin. Li gorî desthilatdariya zilam (feraseta kapitalîzmê) jin hebûneke lewaze. Midûrê Giştî yê TRT'ê  Şenol Demîroz ku bi destê hikûmeta AKP'ê hat ser peywirê, di destpêkê de bi hinceta "berhemdariyê dixine" 13 jin ji peywirdariya wan a rêveberiyê derxist. Ev yek di mijara jinê de mînakeke herî bi çû ya  paşvero û paşketiye.


Di dezgehên biryar girtinê de ji %7 jin hene


Di 17'ê siba 1926'an de li gorî qanûna mafê jinê heye ku ji hevjînê xwe veqete der ket holê jî, lê ev yek ji pratîk zêdetir tenê li ser kaxiz ma û neket pratîkê. Cardin ji tundiya di nava malê de ji  % 87 jin bi bandor bû. Ji zewacên ku tên kirin ji % 40 bi rêya xazgîniyê çêbûne. Di sedî %20 jê jin bê mehr dijîn. Li Tirkiyeyê ji her sê jinan du jê bê karin. Hêza jinê ya ku hatî îstîhdam kirin ji % 71 ji derveyî qeydane û ji % 50 jî di karên sektorê de tên xebitandin.  Li gorî vê wateyê ji %85 karkerên dinava malê yê bê perene.  Di dezgehên biryar girtinê de ji %7 jin hene. Li gorî rapora Rêxistina Mafê Mirovan a Navneteweyî ya sala 2004'an tespîta ku jin ji % 20-50 ji zilaman zêdetir heqdestê xwe digirin hat kirin.   


Keda jinê û pirsgirêka jinê ne ji derveyî van pêşketinane


Polîtîkayên Neo-lîberal çi li cîhanê û çi jî li welat, kirûya sosyal-devlet ji holê rakiriye. Ji ber vê yekê feqîrtî zêde bûye. Di qadên aborî û civakî de, maf û destkeftiyên ku di encama têkoşîneke mezin de hatin bi destxistin ji holê hatine rakirin, rêxistinên kedê hatine balavkirin û sendîkayên karker hatine teslîm girtin. Keda jinê û pirsgirêka jinê ne ji derveyî van pêşketinane.  Pirsgirêka ku heyî, pirsgirêka bi destxistina kedê ye. Pirsgirêka jinê pirsgirêka mirovbûyînê ye. Rizgarkirina jinê, bi rizgarkirina bindestan ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê divê kesîmên bindest, ên tên îstîsmar kirin û rastî zilmê tên hêza xwe bi têkoşîna keda jinê re bikin yek û ji bo mafê xwe seferber bibin. Ancax bi vî awayî têkoşîna azadiyê bigehije serkeftinê.


(aw)