Li Sêrtê nexweşê altimê ji bo gaza îsotê jiyana xwe ji dest da
11:33
JINHA
SÊRT – Li taxa Bariş ya Sêrtê dema ku welatiyan xwestin komkujiya li Lîcê hatî kirin şermezar bikin rastî mudaxeleya polîsan hatin. Di encama mudaxeleyê de welatiyê bi navê Ramazan Ertaş yê ku nexweşê astimê bû jiyana xwe ji dest da.
Li taxa Bariş ya Sêrtê dema ku welatiyan xwestin komkujiya li Lîcê hatî kirin şermezar bikin rastî mudaxeleya polîsan hatin. Di encama mudaxeleyê de ji ber zêdebûna bombeyên gazê welatiyê bi navê Ramazan Ertaş yê 80 salî ku nexweşê astimê bû ji ber gaza zêde nekarî dan û sitandina nefesê bike ji ber wê jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Ramazan Ertaş li otopsiyê tê girtin.
(zt)

