Li Silopya 5 kes hatin binçav kirin

12:47

JINHA


ŞIRNEX  - Li navçeya Sîlopî ya Şirnexê di serdagirtina malan de jê 2 zarok 5 kes hatin binçavkirin.

Li navçeya Sîlopiyê ya Şirnexê pevçûnên bi mudaxeleya polîsan a li dijî çalakiyên şermezarkirina komkujiya Lîceyê dest pê kirin heya serê sibê berdewam kirin. Piştî pevçûnan polîsan li taxa Yenîşehîr bi ser malekê de girt. Di serdagirtinê de zarokên bi navê Î.Ş. (13), D.B. (17), Hakîm Avci (19), Şehmuz Barkin (19) û Veysî Tîmurbagi (18) hatin binçavkirin. Kesên hati binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a navçeyê. Sedema binçavkirina 5 kes nehate zanîn û serê sibê sewqî edliyeyê hatin kirin.


(zt)