1’emîn konferansa jinên ciwan li Kobanê despêkir
14:10
JINHA
KOBANÊ – Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger li Herêma Kobanê Konfiransa xwe ya Yekemîn li dar xistin. Endama Rêveberiya Yekîneyên Parastina Gel û Jinan Meysa Ebdo axafina destpêkirina konfiransê kir û bal kişand ser rola Jinên Ciwan di şoreşa Rojava de.
Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger li Herêma Kobanê Konfiransa xwe ya Yekemîn li dar xistin. Konferansê bi beşdarbûna 200 endam û 200 mêvanên jin despêkir. Ji hemû saziyên herêmê di nav de Endama Rêveberiya Yekîneyên Parastina Gel û Jinan Meysa Ebdo, Hevseroka Meclîsa Zagonsaz Fayîze Ebdî û Seroka Desteya Jinan Wehîde Omer jî hebûn beşdarî konferê bûn. Endamên Tevgera Jinên Ciwan û mêvanên konfiransê bi cil û bergên kurdi yên netewî beşdarî konfiransê bûn. Salona konferansê bi wêneyên tekoşerên jin , sembol û alên kurdî hat xemilandin. Konfirans bi rêzgirtinê dest pê kir. 5 endam ji bo dîwana birêvebirina konfiransê hatin hilbijartin. Endama Rêveberiya Yekîneyên Parastina Gel û Jinan Meysa Ebdo axafina destpêkirina konfiransê kir.
‘Rola Jinên Ciwan di şoreşa Rojava de giringe’
Meysa Ebdo di axaftina xwe de bal kişand ser rola Jinên Ciwan di şoreşa Rojava de û diyar kir ku rêxistina jinan a mezin di avakirina saziyên cur be cur de ye û beşdarbûna wê di parastina Rojava bi avakirina hêzeke leşkerî taybet bi jinan, da zanîn.
Konferans berdewam dike û tê payîn ku dê Peyama Koma Jinên Bilind, peyama Komela Jinên Ciwan, rapora kar û barên salekê yên Jinên Ciwan ên Şoreşger û rêzknameya hundirîn bên xwendin.
(zt)
