Girtiyên PKK’ê ji ber Lîcê hefteyekê dernakevin hevdîtinê

15:07

JINHA


AMED  - Girtiyên ji doza PKK'ê di Girtîgeha Tîpa D ya Amedê de tên girtin, komkujiya  Licê bi tund şermezar kirin û gotin: “Em bang li malbat, gel û rayagiştî dikin li hemberî hişmendiya AKP’ê ya şer heta dawiyê li ber xwe bidin û li her meyîdanê serhildanê bilind bikin. Kurdên ku xwedî hişmendiya azadiyêne berxwedanê bilind dikin û hesabê komkujiya Lîcê dixwazin.”

Girtiyên ku ji dozên PKK'î di Girtîgeha Tîpa D ya Amedê de tên girtin, bi daxuyaniyekê qetliyama Licê şermezar kirin û banga hestewariyê kirin. Daxuyanî li ser navê girtiyan ji aliyê Komeleya Pişgîrî û Hiquqa Demokratik ya Malbatên Girtiyan ya Amedê (TUHAD-DER) ve li ber Girtîgeha Tîpa D ya Amedê hate dayîn. Malbatên girtiyên PKK'î, rêveberên Şaxa ÎHD'ê ya Amedê, rêveberên BDP'a Amedê û Meclîsa Dayîkên Aşîtiyê ya Amedê jî tevli daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Aşîtî bi guleyan nayê. Li hember qatlîama Lîcê bê deng nemîne " hate vekirin û dovîzên " Ez qurbana bîrina te bim", "Ji Roboskiyê heta Lîcê, em ê hesabê bibirsin" hatin bilindikirin. Daxuyanî ji aliyê Seroka Şaxa TUHAD-DER'ê ya Amedê Derya Us ve hat xwendin. 

'Pevajo bi tevlibûna gelê me didome'

Girtiyan di daxuyaniya xwe de wiha gotin: "Tevgera Azadiya Kurdistanê di sala 2013'an de bi rêbertiya Rêbera Apo, hamleya 'Avakirina Jiyana Azada û Rizgariya Demokratîk' da destpêkirin. Ev pêvajo bi tevlibûna gelê me didome."

'AKP dev ji polîtîkayên şer bernade'

Girtiyan di berdewamê de balkişandin ser polîtîkayên AKP'ê û ev tişt diyar kirin: "Rêberê me, ji ber berpisyariya xwe ya li hemberî gelên tirk û kurd, li gel hemû astengiyan bi sebrek mezin û bibiryarbûnek xurt ev pêvajo meşandiye. Hikûmeta AKP'ê jî di çarçoveya amadekariyên şerde, lez da çêkirina qereqol û bendavan. Di dema pêvajoya agirbestê de çêkirina qereqolan jî dide nîşandan ku, AKP dev ji polîtîkayên xwe yên tunekirin û tunehesibandinê bernedaye. Ev nêzîkatiyên Dewlata Tirk û Hikûmeta AKP'ê jî di de nîşandan ku polîtîkayên komkujiyan çandî û yên metîngeriyê hêj didomin."

'Ev peywirek welatparêziyê ye'

Di berdewamê de girtiyan gotin anîn ser qetliyama Licê û wiha dewam kirin: "Di vê pêvajoyê de dijderketina çêkirina qereqol û bendavan, peywirek bingehîn ya welatparêziyê ye. Gelê me yê Licê jî li hemberî van pêkanînan dest bi berxwedanê kiriye re û di encama qetliyamê de 2 rêhevalên me yên şoreşger ên welatparêz şehîd ketine. Em wana bi minetdarî bibîrtînin û soz didin ku wê têkoşîna wan heta serkeftinê bibin."

Girtî dernakevin hevdîtinê 

Girtiyan di daxuyaniya xwe de her wiha banga hestewariyê kirin û dan zanîn ku bi boneya şermezarkirina qetliyama Licê vê hefteyê ew dernakevin hevdîtinê. 


(zt)