‘Dayîk aştiyê dixwazin’

15:31

JINHA


AMED - Komek jinên femînîst a Hewldana Jinan ji bo Aştiyê çû serdana Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli. Di hevdîtinê de Nîmet Tanrikûlû axivî û diyar kir ku ew çûne serdana malbatên çalakiya rûniştinê lidar xistine û anî ziman ku dayik aştiyê dixwazin.


Komek jinên femînîst a Hewldana Jinan ji bo Aştiyê çû serdana Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli. Ji Hewldana Jinê ya ji bo Aştiyê Nîmet Tanrikûlû, Fîlîz Karakûş, Sevda Bayramoglû, Nîmet Çûbûkçû, Elîf Çelebî, Rûşen Işik û Tûgba Ozan di hevdîtinê de der barê malbatên zarokên wan çûne çiyê de ji Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli agahî girtin.


‘Dayîk aştiyê dixwazin’


Di hevdîtinê de Nîmet Tanrikûlû axivî û diyar kir ku ew çûne serdana malbatên çalakiya rûniştinê lidar xistine û anî ziman ku dayik aştiyê dixwazin.


‘Malbat ji bojarên cuda anîne dane runişkandin’


Hevşaredar Firat jî da xuyakirin ku ew bi Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş re bi malbatan re rûniştine û Selahettîn ragihandiye ku wê di demeke kin de mijarê ji pêwendîdaran re ragihîne. Firat da zanîn ku malbatan piştre dawî li çalakiya xwe anîne, lê belê hin kes ketine navberê û malbatên ji bajarên cuda yên di demên cuda de zarokên wan çûne çiyê, anîne bajêr. Firat ragihand ku weke encamek ji vê çalakiyê divê mekanîzmayek der barê malbatên zarokên wan derketine çiyê were avakirin.


(zt)