‘Weke dayik daxwaza me ya hevpar aştî ye’
15:40
JINHA
STENBOL - Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê bertek nîşanî komkujiya Licê dan. Dayikan gotin: "Weke dayik, daxwaza me ya hevpar aştî ye. Lê dema em aştiyê û zarokê xwe dixwazin divê yek alî bang nekin. Divê dayik ji bo zarokê 14 salî ku rastî 44 sal cezayê girtîgehê hatiye jî bang bike." Dayîkan bang kirin ku hemû civak li aştiyê xwedî derkevin.
Endamên Meclisa Dayikên Aştiya ya Stenbolê, li ber Lîseya Galatarayê daxuyanî dan û komkujiya Licê şermezar kirin. Hevseroka rêxistina BDP'ê ya Stenbolê Arîfe Çinar û gelek kesan piştgirî dan çalakiyê. Dayika aştiyê, Rewşan Doner axivî û diyar kir ku hikûmeta AKP'ê bi çêkirina qereqolan bersiv daye pêvajoya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin.
‘Ji ber nêzîkatiyên hikûmetê gelek dayik giriyan’
Dayika Aştiyê Aynur Kalkmaz daxuyanî da û diyar kir ku hewldanên hikûmeta AKP'ê fikaran zêde dike û wiha got: "Piştî ku pêvajo destpê kir, ji ber nêzîkatiyên hikûmetê gelek dayik giriyan. Girtiyên nexweş serbest nehatine berdan û bi mirinê re rûbirû hatine hiştin. Zarokên me di bi n navê doza KCK'ê de li girtigehan tên girtin." Kalkmaz destnîşan kir ku tu gav nehatiye avêtin û AKP'ê lez daye çêkirina bendav, qereqol û kalekolan û ev yek nîşaneyên amadekariya şer in.
‘Weke dayik, daxwaza me ya hevpar aştî ye’
Kalkmaz çalakiyên dayikên ku li Amedê ji aliyê AKP'ê ve tên arastekirin bibîrxist û wiha got: "Weke dayik, daxwaza me ya hevpar aştî ye. Lê dema em aştiyê û zarokê xwe dixwazin divê yek alî bang nekin. Divê dayik ji bo zarokê 14 salî ku rastî 44 sal cezayê girtîgehê hatiye jî bang bike."
(zt)
