Serokên Şaxa Egîtîm Sen ê û SES’ê hatin binçav kirin
15:57
JINHA
AMED - Serokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen derbarê binçavkirina rêveberên sendîqayên kedkaran de diyar kir ku 16 endam û rêvebirên KESK’ê ji Enqerê hatibûn bi hev re biçin Lîcê lê hevalên wan hatin girtin. Lamî anî ziman ku dixwazin bi van helwestan çiyîna wan ya Lîcê asteng bikin.
Şevedin pankartên Platforma Hêzên Kedkar û Demokrasiyê yên derbarê qetliyama Licê û pêvajoyê de li nava bajar hatine daliqandin ji aliyê polîsan ve hat berhevkirin. Piştî berhevkirina pankartan heman demê, Hevserokê Sendîqaya Kedkarên Tendûrîstiyê (SES) Ramazan Kaval û Hevserokê yê Şaxa Amedê yê Egîtîm-Sen'ê Yildirim Arslan ji aliyê polîsên TEM'ê ve hat binçavkirin. Rêvebirên Sendîqayan hê jî di binçav de ne. Li aliyê din rêvebir û endamên sendîqeyên kedkaran li pêşiya dadgeha Amedê li benda hevalên xwe ne. Heyeta KESK'ê ku ji bo serdana berxwedana Licê û hevalên xwe hatine Amedê, li pêşiya Dadgeha Amedê ji çapemeniyê re daxûyanî dan.
‘Em polîtîqaya hikûmetê şermezar dikin’
Hevseroka Şaxa Egîtîm-Sen'ê ya Amedê Dîlek Adsan diyar kir ku di naveroka pankartan tiştê ku bibe sûc tune ye û ji bo berhevkirina panqartan biryara dozgeriyê jî tune ye. Adsan da zanîn ku girtina hevalên wan bê hiqûqî ye, şermezar dikin û wiha got: "Me wek rêxistinên Kedkaran xwestin ku balbikşînin ser bûyera Licê û wan bûyeran bi raya giştî re parve bikin. Hefteyeke jî xebat û çalakiyên me li her cîhe Amedê didome. Binçavkirina hevalên me ji ber vê yekê ye. Ji aliyek welatiyên me yên Licê jiyana xwe ji dest didin ji aliyê din jî hevalên me digirin bin çav. Em polîtîqaya hikûmetê şermezar dikin."
'Çêkirina qereqol û bendevan amadehiya şer'
Serokê Giştî ya KESK'ê Lamî Ozgen diyar kir ku bi hinceta ewlehiyê çêkirina qereqol û qaleqolan ji aliyê Gelê Kurd ve nehatiye qebûl kirin, gel bertek nîşanê van pêkanînan daye û wiha got: "Em ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd israr dikin. Li hemberê çêkirina qereqolan gel bi rojana berxwe dide. Lê hikûmet li hemberê berxwedanê dest bi operasyona leşkerî kir û di bikaranîna çekan de 2 welatiyên me jiyana xwe ji dest da. Em vê polîtîqaya qirêj şermezar dikin. Em dizanin ku çêkirina qereqol û bendevan amadehiya şer e û ji pêvajoya çareseriyê re sûda wî tune."
'Plana B û C'yê plana şer e'
Lamî Ozgen anî ziman ku di vê şerê 30 salî de bi hezaran welatî jiyana xwe ji dest da û êdî naxwazin ciwan û zarok jiyana xwe ji dest bidin. Ozgen desnîşan kir ku plana hikûmetê ya B û C'yê plana şer e ev jî 30 sale didome û wiha axivî: "Hikûmet di vê şerê qirêj de israr bike dê winda bike. Temenî dikin ku dev ji van polîtîqayên xwe berde. Em wek heyeta KESK'ê ku ji 16 kesan pêk tên biçin cîhê bûyeran ya Licê. Ji walîtiyê jî me taleba berdana hevalên xwe kir. Walîtî îro bersiv da me û gotin ku hevalên we yên ku di binçav de ne dê derkevin dozgeriyê.
Girse bi dirûşmên "Yên bin çav bila bê derxistin" daxûyaniyê bi dawî kirin. Li pêşiya dadgeha Amede sekinandina kedkaran didome.
(zt)

