Denîz Kaya: Berxwedena Licê silav kir
16:30
JINHA
AMED - Denîz Kaya, ser navê girtiyên ji dozên PKK û PAJK'ê di girtigehên Kurdistan û Tirkiyeyê de tên girtin, bang li hemû gel û hêzên demokratîk kir ku xwedî li berxwedana Licê derkevin û wiha got: "Gelê me li hemberî vê siyaseta qirêj, helwesta xwe ya demokratîk daye nîşandan. Ev berxwedana gelê Licê û ya hemû gelê Kurdistanê, berxwedana li hemberî têkçûyînê ye.”
Denîz Kaya, ser navê girtiyên ji dozên PKK û PAJK'ê di girtigehên Kurdistan û Tirkiyeyê de tên girtin, derbarê berxwedana Licê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Denîz di daxuyaniya xwe de ji malbatên welatiyên li Licê ji aliyê leşkeran ve hatin qetilkirin re sersaxî xwest û wiha pêde çû: "Ji aliyê Rêber Apo ve ev sal û nîve, bi ked û baweriyek mezin pêvajo tê meşandin. Lê ev pêvajo rastî provakasyon û komployên AKP'ê tê. Li Rojavayê Kurdistanê, qetliyamên DAÎŞ'ê, li Başurê Kurdistanê ambargoya KDP'ê û li Rojhilatê Kurdistanê darvekirinên Îranê û herî dawî polîtîkayên AKP'ê yên Bakûrê Kurdistanê. Ev komseptekî têkbirinê ye."
‘Gelê me li hemberî vê siyaseta qirêj, helwesta xwe daye nîşandan’
Denîz di berdewamê de berxwedena Licê silav kir û wiha domand: "Gelê me li hemberî vê siyaseta qirêj, helwesta xwe ya demokratîk daye nîşandan. Ev berxwedana gelê Licê û ya hemû gelê Kurdistanê, berxwedana li hemberî têkçûyînê ye. Di encama vê berxwedanê de Ramazan Baran û H. Bakî Akdemîr hatine qetilkirin. Em şehîdên xwe bi minedarî bibîrtînin û ji malbatên wan yên dil êş re jî sersaxî dixwazin."
Denîz di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû gel û hêzên demokratîk kir ku xwedî li berxwedana Licê derkevin.
(zt)

