Februniye Akyol: Ezê ji bo hemû jinan tekoşînê bikim

09:24

Nurcan Yalçın / JINHA


MÊRDÎN – Hevşaredara Bajarê Mezin ya Mêrdînê Februniye Akyol ya k udi Tirkiyê de yekem hevşaredara suryaniye girêdayî projeyên xwe yên sala nû ji bo bajêr nirxandin kir. Februniye diyar kir ku wê armanc kiriya xwe bigihîne hemû jinên li Mêrdînê dijîn û hewil bidin hişmendiya jinan bilind bikin. Februniye da zanîn ku dê li gorî xweseriya Mêrdînê ya pir çandî û pir zimanî  navendek ya ziman avabikin û got: “Ezê ji bo jinên suryanî û hemû jinên hatine perçiqandin têbikoşim.”


Suryanî yek ji gelên kevnare yê berî niha 5 hezar sal li ser erdnîgariya Mezopotamya niştecîh bûne û bi kok kevnarene. Heta niha suryanî jî weke gelek gelên ser vê erdnîgariyê bûne mexdurê polîtîkaya qirêj ya serdestan. Bi destê dewletê rastî kirkirin, faîlên kiriyar ne diyar û koçberiyan hatine. Li hemberî van polîtîkayên dewletê hinek malbatan li ber xwe dane û li axa xwe xwedîderketine.  Malbata Hevşaredara Bajarê Mezin ya Mêrdînê Februniye Akyol ya 25 salî jî yek ji wan malbatên ku li axa xwederketine. Malbata Februniye xwediyê 8 zarokanin. Di Hilbijartinên Herêmiyên 30’ê Adarê de li Tirkiyê Februniye bû hevşaredara yekem ya suryanî. Februniye ya ku jiyana xwe vegerandiye siyasetê got: “Ezê ji bo jinên suryani û hemû jinên li ser vê erdnîgariyê tundî dîtine, keda wan hatiye mêtînger kirin û bûne mexdurê pergala hişmendiya serdest têbikoşim.”


Suryanî xwediyê çandeke dewlemend û kevnareye’


Februniye diyar kir ku jinên suriyanî bûne mexdurê pergala hişmendiya serdestan û de nava tundiya ser herêmê tê kirin de tên perçiqandin. Februniye anî ziman ku suryanî xwediyê çandek kevnare ya demê asurî, babîl û Xudawendan û wiha got: “Suryanî xwediyê çandek dewlemend û kevnarene.” Februniye bilêv kir ku berê din ava çanda suryaniyan de zêdetir jin azadbûn û wiha domand: “Lê niha rewşa jinên suryaniyan din ava jiyanek bi êşdene. Ew êdî ji bo zordariya heyî hatine durxisrin, ji ber wê xwe kişandine hindirê xwe û girtî mane.”


‘Çanda suryaniyan eserê jinane’


Februniye da zanîn ku jinên suryanî xwediyê sazumaniyek ya afirankarin û wiha berdewam kir: “Dema ku mirov li çanda suryaniyan ya kevnare dinêre dibîne ku gelek hunerê dest yên cihêreng bi destê jinan hatine afirandin û çêkirin. Wê demê tê dîtin k udi çanda kevnare ya suryaniyan de jin xwediyê rolekî çawan mezinbûn. Lê li ser jinên  suryaniyan tundiyek mezin hat jiyankirin. Ji sala 1915’an het niha li ser jinên suryanî polîtîkayek weke yên bi jinên suryanî û xiristiyan re bizewicin dê biçin cenetê meşandine. Di wan pêvajoyan de jinên suryanî dibin tundiyek ya revandinêdebûn. Ji wê demê heta niha jinên suryanî ji bo xwe ji wan qirêjiyan biparêzin xwe girtine û kêşane hindirê xwe heta roja meya îro.”


‘Tundiya ser suryaniyan herî zêde bandor ser jinan kiriye’


Februniye destnîşan kir ku jinên suryanî xwe azad dibînin lê azad nabin û wiha pêde çu: “Em jinên suryanî di gelek aliyan de li hember gelek tuştan şer dikin.” Februniye wiha axivî: “Heta ku ez di vê rêyê de bi ser ketim birastî jî min zoriyên gelek mezin jiyan kir. Ji bom in hilweşîna dîwarek û şikandina qedexeyek mezin bû. Di pêvajoya min de ango 2005’an de xwendina jinek suryaniya lîseyê weke cudahiyekê dihat dîtin. Heger bi xwendan jî piştî lîseyê jinên suryanî di malande dihatin girtin. Ji ber hişmendiyek ya biçe cihekedinê dê bê revandin û rastî xirabiyan bê hebû. Ji ber di demê borî de ev jiyan kirine. Li ser jinên suryanî tundiyek mezin hebû. Ji ber tundî û tecawîzkirinek pir xirab ser wan hebû. Li hemberî van hemûyan keçên suryanî xwediyê bavên parêzvanbûn. Sedema nexwendina wan jî evbûn. Li gel van hemûyan jî di salên 90’î de tundiyek ya faîlên kiryar nediyar ser suryaniyan hebû. Semema çuyîna min ya zanîngehê şikandina van qedexeyanbû. Sedema xwendina min ne ji bo di pêşerojê de bibim xwediyê pîşeyekêbû. Herî zêde tekoşîna min di aliyê jinek suryanî bikare zanîngehê bixwîne û xwe li ser lingê xwe bigirebû.”


‘Di riya kum in têde li ber xwe da bi ser ketim’


Februniye derbirî ku dema keçek suryanî daxwaza xwe ya ji bo xwendinê bîne ziman rastî bertekên civakê tên, lê li hemberî wan hemû bertekan jî wê li ber xwe da û daxwaza xwe ya xwendinê anî cîh û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Ez rastî bertekên weke çawan bû jinek suryanî diçe zanîngehê. Min daxwaza xwe ji malbata xwe re anî ziman û bi rastî bi biryarbûna xwe vegot. Malbata min jî şertê dayî pêşiya min j imin re gotin ‘Yan tu dê li Setnebolê bixwînê yan jî tu dê li tu cihên dinê nexwînê.’ Sedema ku Stenbol hilbijartin. Ji ber li wê malbat û xizmên me yên suryanî hebûn. Ji ber sedema ewlehiyê berê min didan wê. Min jî di dema tercîhên xwe de bi heman armancê Stenbol nivîsî. Lê ji bom in beşek ya min ne dixwest derket. Lê tuştekê nekarî helwesta min ya ji bo xwendinê kêmbike. Min serlêdan kir û li Marmarayê beşa sîgortayê biserxist. Li wê gelek derfetên kar hebûn. Lê armanca min îspatkirina em dikarin bixwînin bû. Ez bi serkeftina xwe bawer dikim. Ji ber êdî keçên suryaniyan yên li gund jî di runin bi rehetî dikarin li her derê zanîngehê bixwînin. Ez difikirim ku bûme sedema vê û min gelek qedexe şikandine.”


‘Ezê ji bo hemû jinan tekoşînê bikim’


Februniye diyar kir ku piştî zanîngehê cardin vegeriyaye Midyadê, li gel Turabdin Suryanî bûye avakarê akademiya suryaniyan û got: “Sedema sereke ya xebatên min ji bo jinên suryanî zanîngehê bixwînin û ciwanên suryanî li çanda xwe xwedî derkevin. Despêkê divê jinên suryanî din ava xwe de rêxistinê çêkin. Ji ber wê jî difikirim ku jinên suryani re hevdîtinan bikim. Bi wan hevdîtinan difikirîn ku fikra heyî daxîn holê.”


‘Ji bo keda jinan ya ji nedîtî ve lê tê nêrîn bê dîtin’


Februniye da zanîn ku dê li gorî xweseriya Mêrdînê ya pir çandî û pir zimanî dê navendek ya ziman avabikin û wiha got: “Projeya yekem ya partiya me avakirina navenek ya zimane. Yan emê navenek ya ziman bi serê xwe avabikin yan jî emê di malên gel yê nava hemû taxan de heyî emê navendên ziman jî avabikin. Ev projeya me dê lig ora daxwazên gel bê guherîn. Din ava van navedên ziman de dê navendek ya xweser ji bo zimanên herêmê yên weke erebî, mihelemi, suryani, zaravayên kurdî kurmenc, dumilî û gelek zimanên dinê vekin.”  Februniye destnîşan kir ku dê weke şaredarî li gel van xebatên xwe xebatên ji bo jinan yên weke akademiyên jinan, kooperatîfên jinan, navendên jiyanê yên jinan û gelek navendên dinê jî ewê pêşbixin. Februniye anî ziman ku dê keda jinan ya heta niha ne diha hesibandin û dîtin din ava saziyên jinan de bidin dîtin û ji bo wê hewil bidin.


  (zt)