Li Kobanê zarok perwerdeya tayîbet ya hunerê dibînin

10:25

JINHA


KOBANÊ- Bi armanca pêşxistin û afirîneriya hunerê ji bo zarokan, li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Herêma Kobanê perwerdeyeke hunerî ya taybet bi zarokan organîze kir. bêtirî 100 zarok beşdarî perwerdeyê bûn û heftane 3 rojan waneyên “Stran, dîlan û şano” dibînin.


Di çarçoveya kar û xebatên Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Herêma Kobanê, Rêvebera Navendê Hunermend Zozan Mihemed diyar kir ku ji bo avakirina bingeheke hunerî ji zarokan re û bi taybet di vê dema ku êrîşên çeteyan li dijî herêmê zêde bûne de, perwerdeyên taybet bi zarokan organîze dikin. Hejmara zarokên ku beşdarî van perwerdeyên hunerî bûne bêtirî 100 zarokên bi temenên di navbera 6 û 13 salî de ne û heftane 3 rojan perwerdeyên hunerî dibînin.


‘Huner û afirankarî zêde dibe’


Zozan Mihemed destnîşan kir ku ev perwerdeyên ku ji bo zarokan tên vekirin armanca wan ew e ku zarokan ji atmosfêra şer û pevçûnan dûr bixin û xuliqkariya wan a hunerî pêş bixin û wiha got: “Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido bi van perwerdeyan hewl dide nifşekî xurt bi bingehên huner û xuliqkariyê ku folklora kurdî biparêze, ava bike.”


4 komên zarokan hene û di her konekê de 25 zarok hene


Zarokên beşdarî perwerdeyan bûne, waneyên stran, bikaranîna gelek cureyên amûr û alavên mûzîkê û waneyên têorî û pratîkî di aliyê şano û dîlana folklorîk de dibînin. Zarok di perwerdeyê de dabeşî 4 koman hatin kirin û her komek ji 25 zarokan pêk tê û waneyên xwe di bin çavdêriya mamosteyên pispor de yên navanda Baqî Xido dibînin.


‘Zarok di muzîk û dîlanê de pêşdikevin’


Rêvebera Navenda Baqî Xido Nûrjîn Ehmed derbarê mijarê de wiha got: “Pêşketina zarokan û fêrbûna wan ji mûzîk û dîlana kurdî re berçav e.” Nûrjîn di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku Navenda Baqî Xido ji bo peydakirina hemû pêdiviyên ji bo pêşxistina zarokan di hemû aliyan de bi hemû hêza xwe dixebite.


(zt)