Qetilkirinên jinan nayên normalîze kirin… (BEŞA 2)
11:59
Çanda tecawizê ya ku bûye daîmî
ROHAT EMEKÇİ/JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN – Pênc hezar sal in li cîhanê çanda tecawizê destpêkê li dijî jinan piştre jî li dijî her tiştî her ku diçe zêdetir dibe. vê çanda ku bi piştgiriya dewlet, desthilatdarî, artêş û sermayeyê pêk tê, ne tenê jin, bûye bela serê mirovahiyê. Tecawiz ew e ku hêzeke tekedest hêzên din di bin kontrola xwe bigire, ji bo ku bike bin emrê xwe, her cure rêbazên ku îradeya yên li hemberî xwe teslîm bigire pêk bîne. Ji bo rêbaza zorê jî, ya îknakirinê jî gotinên wekî şîr û şerbet bi kar tîne…
Zayenda civakî wekî ku normeke exlaqî ya bingehîn be bi civakê didin qebûlkirin. Rolên zayenda civakî ji bo mêran her dem kesek ku xwedî ye, ji bo jinan jî her dem kesek ku xwediyê wê heye û obje ye hatiye diyarkirin. Zîhniyeta zayendperest a civakî û zîhniyeta desthilatdar a mêr ku hebûna xwe didomîne bi mêran re jî bi mêran re jî nêrînên li dijî hev diafirîne. Di nêrîna mêran de jin, her dem malek ku divê xwediyên wan hebin e. li gorî zanista pozîtîvist ger di madde de aqil tune be wê demê di jinên ku bedena wan hebûneke madî ye de aqil tune ye. Yên ku aqilê wan tune be nikarin xwe bi rê ve bibin, der barê xwe de biryar bidin. Wê demê yên ku jinan bi rê ve bibin û bibin xwediyên wan mêr in. Di nêrîna jinan de jî mêr her tişt in. Bi îrade, bi aqil, her tiştî dizanin, diparêzin, bi her zoriyan re derdikevin serî, aqilê wan digihîje her tiştî.
Yên ku tecawîzê dikin teoriya exlaq û namusê jî dikin mêrin
Xwekuştin, kuştin û tecawiza ku her roj li dijî jinan pêk tê, ji ber vê sedemê ye. Mêrê herî bi hêz(!) dikeve hewldana ku bibe xwediyê jinan herî bedew. Çi trajîk e ku dema nasnameya van mêrên ku tecawizê jinan dikin tê lêkolînkirin, derdikeve holê ku yên herî zêde di dem û mekanên cuda de teoriya namûsê û exlaq dikin ev mêr in. Wekî bûyera tecawizê ya li Sêrtê. Ew kes nêzî AKP’ê bû û ji aliyê klîka şerê taybet ve hatibû rêxistinkirin. Bi polîtîkayên hikûmetê yên dijminahiya jinan, li ser bedena jinan zexta civakî bi rebazên cur be cur tê bihêzkirin. Nîqaşa malên xwendekaran jî ev e.
Hem teşwîqê zewaca hem paketên teşwîqan amade dikin
Tegeha “namûsê” li ser jinan tê bikaranîn û wekî peywireke exlaqî tê dîtin. Hem teşwîqê zewaca di temenê biçûk de dikin, hem paketên teşwîqan amade dikin. Heta ji bo vê yekê deynê xwendekaran ê krediyê radikin. Diyar e ku exlaq, bûye amûra zexta li ser jinan û desthilatdariya mêran bihêz dike. Tiştên ku di bin navê “parastina namûsê” de tên kirin, di civakê de meşrû tên dîtin. Zexta li ser bedena me, bi testa ducaniye û girtina mafê kurtajê û pêkanînên bi vî rengî derdikevin pêşiya me.
Hikûmeta ku ji bo awayê jiyana me ferman dide
Rolên zayendiya civakî ji zarokatiyê ve tên ferzkirin, li ser zayandiya jinan qanûn ten derxistin û zewacên ku bi zexta civakî tên ferzkirin, wekî awayên bingehîn ên vê desthilatdariyê berdewam dikin. Hikûmeta ku ji bo awayê jiyana me ferman dide û dibêje ewqas zarokan bînin, niha jî di bin navê parastina malbatê de bi projeyên ku pêşiya hevberdanê digirin mijûl e. Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakê armanc dike ku bi “Ombudsmaniya malbate” hevberdanê asteng bike û jinan bi malbat û mêr ve girê bide.
Jin ji aliyê saziyên dewletê ve neçar tên hiştin ku bi mêrên şîdetê pêk tînin re bijîn
Malbata ku ji bo pergala siyasî û aborî amûreke bîrdozî ye bingeha koletiya jinan zêde dike û desthilatdariya mêr bi hêz dike, di her rewşa ku jin derdikevin derveyî hînbûyînan şîdetê dixe dewrê. Jinên ku ji ber şîdetê doz vedikin, parastinê dixwazin, ji aliyê saziyên dewletê ve neçar tên hiştin ku bi mêrên şîdetê pêk tînin re bijîn. Dema ku tu şîdeta li hemberî jinan a gihîştiye astên ku xofê çêdikin difikirî, diyar dibe ku dewlet bi vê projeya pêşîgirtina hevberdanê şîdetê meşrû dike.
Senadîstên ku dawî li dîktatoriya 45 salan a Somoza anîn, ji bo welatê xwe têkoşîna çekarî ya şoreşger mezin kirin li aliyek jî pêdivî bi piştgiriya welatên Amerîkaya Latîn dîtin. Ji ber cezayê girtîgehê yê ku dîktator dabû Gioconda Belli û li surgunê bû û tevli civînên navneteweyî dibû ji bo ji rêhevalên xwe re alîkariya lojîstîk peyda bike bi gelek rêveberiyên welatan re dikeve têkiliyê. Bellî di vê çarçoveyê de bi General Omar Torrijos ê Serokdewletê Panamayê re hevdîtin pêk tîne. Hevdîtin, ji ber tacîzên general bêencam dimînin û Bellî xwe bi zorê ji destên general rizgar dike.
Dibe ku hûn bibêjin çîrokeke çilsalî ye. Lê newisa ye. Berî salan van çîrokên ku hatin jiyîn li cihek dîrokê namînin. Em dibînin ku di sedsala 21’emîn de şîdeta mêran didome û her roj û her saet xwe dubare dike.
Tacîza li dijî jinan ji sedî 30 zêde bû.
Li 81 bajarên Tirkiyeyê îstîsmara zarokan di asteke sawê de ye. Helwesta saziyên hiqûqê yên li dijî vê yekê li 81 bajaran jî zayendperest û ne adil e. Bersiva ku ji pêşniyarpirsa parlamentera BDP’ê Mulkiye Bîrtane ya ku dabû Wezareta Dadê van gotinan me piştrast dike. Li gorî vê; di navbera salên 2002-2008’an de 61 hezar û 469 bûyerên tecaawizê pêk hatine. 99 hezar û 792 kes di van bûyerên tecawizê de hene. Ev hejmar jî nîşan dide ku piraniya bûyeran tecawizên komî ne. Di navbera salên 2009-2011’an de 8 hezar û 756 dozên tecawizê bi encam bûne û ji vana 2 hezar û 850 doz bi beraete bi encam bûne.
Jinan û desthilatdariya mêr
Li hemû derên cîhanê fatûreya herî giran a şerên emperyalîst jin û zarok didin. Mînak: Iraq, Îran, Afganistan, Somalî, Çeçenistan, Vîetnam, Lîbya, Sûriye… Wekî ku me dît di van şerên li paşverû û emperyalîst de texrîbata herî mezin jin û zarok jiyan û hê jî dijîn. Di şerên ku emperyalîzmê derxistin û li cihên ku dagir kirin şer ne tenê mirin bû. Di heman demê de birçîbûn, xizanî, sefalet û zilim bû. Bi vê ve girêdayî ji bo jinan tacîz, tecawiz, şîdet, bazirganiya jinan û desthilatdariya mêr a ku milîtarîze bûbû pêk hat.
Zîhniyeta ku jinan namûsa welat, malbat û mêran dibîne
Lewre şer tenê li axên ku tên dagirkirin yan jî li erdnîgariyan nîne. Di heman demê de li ser bedena jinan tê meşandin. Li dijî jinan êrîşên hovane tên meşandin. Zîhniyeta ku jinan namûsa welat, malbat û mêran dibîne, bi taybetî êrîşê jinan dike. Bi vî awî di heman demê de êrîşê kom, netew û civaka ku li hember şer dike jî dike. Ger ku li dijî jinan êrîşa zayendî pêk hatibe û namûsa wê têk çûbe li gorî wê zîhniyetê namûsa wê civakê jî têk çûye. Bi vî awî rûmeta wê neteweyê tê şikandin û di aliyê manewî de bi têkçûna wê tê xwestin serdestî were bidestxistin. Ev hemû di şerên paşverû de bedena jinan dixin hedefa destpêkê. Bi tacîz û tecawizê bedena jinan tê talankirin. Her wiha jin wekî xenîmetên şer tên dîtin.
Zîhniyeta desthilatdariya mêr û êrîşên wê bêperwa dike
Şerên paşverû di heman demê de li erdnîgariya ku lê pêk tên, netewperestî û cinsiyetperestiyê jî bi pêş dixe. Hemû dikevin nava hev û zexta li ser jinan û şîdetê zêdetir dikin. Zîhniyeta desthilatdariya mêr û êrîşên wê bêperwa dike. Di şerên bêarmanc û paşverû de jin êşên mezin dikişînin. Mînaka vê ya dawî şerê li Sûriye û Rojava ye. Texrîbatên şerê navxweyî yê çêbûye mirin, birçîbûn, xizanî, komkujî, bikaranîna çekên kîmyewî, koçberiya bi zorê û hwd. wekî ku bes nebin, bedena jinan jî dibe arenaya siyasetê. Li Sûriyeyê tecawiz êdî bûye parçeyek ji şerê navxweyî. Bi hezaran jin û zarok, hem ji aliyê endamên artêşa Sûriyeyê ve, hem jî ji aliyê Artêşa Azad û çeteyên El Nusrayê ve rastî tecawizê tên. Li Rojava jî ji bo berxwedana tevgera kurd bişkînin û moral têk bibin ji aliyê çeteyên El Nusrayê ve li mizgeftan fetwayên wekî “Tecawiza li jinên kurd helal e” tên dayîn. Bi propagandayên “Li gorî îslamê ye” ji bo tecawizê meşrû bikin mehrên ji bo saetek tên birîn. Bi vî awayî bi sedan jin rastî tecawizê tên û tên qetilkirin. Ji ber vê bi hezaran jin ji tirsa vê rewşê xwe dispêrin welatên cîran. Hemû zextên derûnî yên vê hovîtiyê zêdetirîn zirarê dide jinan.
Li Tirkiyeyê tacîz û tecawiz her ku diçe zêdetir dibe
Li Tirkiyeyê tacîz û tecawiz her ku diçe zêdetir dibe. Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîk a Tirkiyeyê (TUÎK) Wezareta Dadê, Wezareta Karên Hundir, Muduriyeta Giştî ya Ewlehiyê û Fermandariya Giştî ya Leşkerî di 15 salên dawî de 241 polîs, 91 leşker, 17 tîmên taybet, 15 cerdevan û 45 gardiyan ji ber êrîşên tecawizê hatin darizandin. Lê tu kesî ji wan ceza negirt. Her wiha yên ku tecawizê jinan dikin ji sedî 83 hevjîn in.
Paşali ji dadgehê parastin xwestibû
Li gorî daneyên TUÎK’ê sûcên êrîşên tacîz û tecawizê di 5 salên dawî de ji sedî 30 zêde bûne. Li gorî vê di sala 2006’an de 528, di sala 2007’an de 473, di sala2008’an de 589, di 2009’an de jî 624 bûyerên tacîz û tecawizê pêk hatine. Ayşe Paşali, di 2010’an meha kanûnê de ji aliyê hevjînê xwe yê ku wê bi mirinê tehdît dikir ve li Enqereyê li kolanê hat kuştin. Paşali ji dadgehê parastin xwestibû.
Li ber çavên xwendekarên wê bi jêkirina qirika wê hat birînarkirin
Di sala 2010’an meha çileyê de Arzu Yıldırım, ji aliyê hevjînê xwe yê berê ve li Umraniyeyê li kolanê hat înfazkirin. Di 15’ê sibatê de Saliha Erdem a 59 salî li Ataşehîrê ji aliyê hevjînê xwe yê ku ji hev cuda dijiyan ve li ber deriyê mala xwe hat kuştin. Di 22’yê sibatê de li Edeneyê mamoste Ozlem Yilmaz ji aliyê hevjînê wê yê ku ji hev cuda dijiyan ve li dibistanê li ber çavên xwendekarên wê bi jêkirina qirika wê hat birînarkirin.
Di 23’yê sibatê dayika çar zarokan Arzu Odabaş, ji aliyê hevjînê xwe yê ku doza berdanê lê vekiribû ve li Uskudarê hat kuştin. Li Edeneyê Semîha Karadagli ji aliyê hevjînê xwe yê ku dixwest dev jê berde ve li ber çavên zarokên xwe bi çekê hat kuştin. Di 26’ê sibatê de li Maltepeyê dayika du zarokan Şehrî Fîlîz, ji aliyê Tarık E. yê ku pê dijiya ve li nava kolanê hat kêrkirin. Tarik E. pêhnan li Fîlîza ku ketibû erdê da û ji cihê bûyerê dûr ket. Piştî ku wê rakirin nexweşxaneyê tevî mudaxeleyan jî jiyana xwe ji dest da.
‘Jinên kasiyer tacîz bikin ji bo ku nexebitin’
Kesekî bi navê El-Davud ê oldar tê zanîn li Suudî ji bo xebata jinan asteng bike di twîtterê de peyama “Jinên dixebitin tacîz bikin” parve kir. Oldarî Suudi Abdullah Muhammed el-Davud, di peyama xwe ya di siteya xwe ya Twîtterê de dibêje “Jinên kasiyer tacîz bikin ji bo ku nexebitin.” El-Davud, dibêje ku destûrdayîna xebata jinan tê wateya bazirganiya mirovan, lewre di her du rewşan de jî jin ji bo balê bikişînin tên bikaranîn.
El-Davud, berê jî gotibû ji bo bebik ji îstîsmara zayendî werin parastin bila wan wan pêçe bikin.
Nêrîna dewletê ya li jinan
Gelek kujer nayên girtin, yên ku tên girtin jî kêm ceza digirin. Li hemberî vê zîhniyetê têkoşîn dikeve ser milên jinan. Pêkanîn hikûmetê yên ku jinan biçûk dixînin, bêîrade dihêlin hêrsa jinan zêdetir kiriye û ji ber vê yekê zêdetir têdikoşin. Hem bi çalakiyên şermezarkirinê, hem bi mîtîngan bertekên xwe nîşan edidin. Nêrîna dewletê ya li jinan, ji feraseta maddeyek wê de naçe. Li gorî vê maddeyê jin di lixwekirina xwe de nikarin derkevin derveyî daxwazên hevjînên xwe. Divê hemû tiştên ku hevjîn ji wan dixwazin bînin cih. Bêguman di vê mijarê de kêmasiyên rayedarên jin ên AKP’ê pir zêde ne. Ger tu jin bî û xwedî zîhniyeta mêr bî, wekî tu jinan bikujî ye ev rewş. Ji bo ku jin bikaribin hebûna xwe biparêzin divê destpêkê ji bin siya mêr derkevin, bi cewhera xwe bifikirin, ruhê xwe der bikin. Tenê bi vî awayî jinên ku şîdetê dibînin dikarin werin famkirin, empatî were çêkirin. Yan na bi zîhniyeta dewletê tenê deriyê komkujiyan tê vekirin.
(aw)

