PAJK: Li warê vejînê daxwaza şikandina vînê heye
13:00
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên PAJK’ê yên di girtîgehên herêmê û Tirkiyê de bi riya nameyekê komkujiya Lîcê bi daxuyaniyekê şermezar kirin. Girtiyan di daxuyaniya xwe de wiha gotin: “Em weke dîlên siyasi yên jin komkujiya ku li Lîcê ser gelê me pêkhatî bi nefret şermezar dikin.”
Girtiyên PAJK’ê yên di girtîgehên herêmê û Tirkiyê de bi riya nameyekê girêdayî komkujiya Lîcê daxuyaniyek dan. Girtiyan di despêka daxuyaniya xwe de komkujiya Lîcê bi tundî şermezarkirin û wiha gotin: “Em weke dîlên siyasi yên jin komkujiya ku li Lîcê ser gelê me pêkhatî bi nefret şermezar dikin.”
‘Li warê vejînê daxwaza şikandina vînê heye’
Girtiyan di daxuyaniya xwe de wiha domandin: “Li warê vejîna vîna gelê me, daxwaza şikandina vînê ya deshilatdariyê heye. Deshilatdariya bê perwa û bê rû ji aliyekê qala çareserî û aştiyê dike, li aliyekê jî şatayên şer ser axa pîrozahiyê û xudawendan dike. Axa Lîcê bi her asta xwe destanek lehengiyê hunaye. Dê bi wê helwesta xwe ya berxwedanê tucarî desturê nede sextekariyên deshilatdaran û tucarî destur nedaye jî. Gelek bi berdêlên giran hemû welat û rumeta xwe, bi can û xwîna xwe avakiriye. Ew nirxên giran bûhe yên bi dest xistine dê nehêle ku ji aliyê keftaran ve bê talankirin.”
‘Em weke dîlên jin komkujiya Lîcê şermezar dikin’
Girtiyan di daxuyaniya xwe de wiha berdewam kirine: “Em weke dîlên siyasi yên jin komkujiya kul i Lîcê ser gelê me pêkhatî bi nefret şermezar dikin. Welatiyên bi fedekariyek mezin li hemberî hemû tundiyan bedena xwe kirin mertal û di dawiyê de jiyana xwe ji dest dan Ramazan Baran û Bakî Akdemir em ji malbatên wan û tevayî gelê xwe re sersaxiyê dixwazin. Em ji bo birîndaran jî şifayê dixwazin.
Dibe ku em bi beden dîlbin, lê di her kêliyê de bi dil û canê xwe em li gel gelê xwene. Em carekedinê êrîşên ser gel bi tundî şermezar dikin û girêdana xwe ya bi berxwedana gel re dubare dikin.”
(zt)

