Bi pêşengiya Meclîsa Jinan a KCD’ê jinên kurd dê sibê bicivîn

11:02

JINHA


AMED -  Meclîsa Jinan a KCD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî der barê pêvajoya Îmraliyê, pîştewaniya Rojavayê û qetilkirina jinê de nêrînên xwe anî ziman û da zanîn ku ji bo hêza xwe ya têkoşînê bikin yek bi navê ‘Hevdîtina Jina Kurd’ civînek li dar dixin. 


Meclîsa Jinan a Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ji bo jinên kurd civînek organize dike. Hevseroka KCD’ê Aysel Tugluk daxuyaniyek nivîskî da û bal kişand ser girîngiya civînê. Aysel, da zanîn k udi serî de dê li ser azadiya jinê rawestin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em di pêvajoyeke girîng de derbas dibin. Civîna ku em li dardixin girîng e. Emê di civînê de li ser tecrûbe û têkoşîna jinan rawestin. Emê dê civînê de li ser polîtîkayên qirkirina jinê jî rawestin. Her wiha hevdîtinên ku niha bi  Ocalan re tê kirin girîng e. Gotin û ramaneke jinê jî der barê pêvajoyê de heye. Her wiha em dixwazin wekî jin li ser mijara Rojavayê rawestin û bernameyek taybet derxin.”


Aysel Tugluk, destnîşan kir ku bi vê civînê hewl didin Kongreya Jinê avabikin û yekitiya jinên kurd biafirînin. Civîna Jinan dê 27’ê sibatê li Mala Mêvanan a Amedê bê lidarxistin.


(la)