Hasan Fîdancanê HPG yî li Amedê sipartin axê

17:06

JINHA


AMED  - Endamê HPG'ê Hasan Fîdancanê (Şervan Çiya) di 25'ê nîsana 2013'an de li Qada Parastina Medyayê di encama qezayê de jiyana xwe ji dest dabû. Li Amedê cenazeyê Hesen bi merasîmekê hat veşartin. Di merasîmê de Parlementera HDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan axaftinek kin kir û got: “Li Rojhilata Navîn, gelê kurd bi têkoşîna xwe ya bê hempa, bala hemû kesî kişandiye ser xwe. Bila baş bê zanîn ku azadiya gelê kurd bi saya têkoşina gerîlayên me ne." 

Cenazeyê Endamê HPG'ê Hasan Fîdancanê (Şervan Çiya) di 25'ê nîsana 2013'an de li Qada Parastina Medyayê di encama qezayekî de jiyana xwe ji dest dabû, ji aliyê malbat û MEYA-DER'a Amedê ve ji Saziya Tiba Edlî ya Meletî, hate girtin. Cenaze pêşiyê ji bo wecîbeyên olî anîn Mizgefta Yenîkoyê. Li piştî nimêja cenaze hate kirin, cenaze li ser milan birin Goristan Yenîkoyê û li vir bi merasîmekê hate veşartin. 
Parlementera HDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan, Meclîsa Dayîkên Aşîtiyê, endamên MEYA-DER'ê, rêveberên BDP û tevlîbûna gelek welatî tevli merasîma cenaze bûn. Di dema merasîma cenaze de meşek hate lidarxistin. Welatiyan di meşê de posterê Hasan Fîdancan vekirin û dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Ey Şehîd xwîna te li erdê namîne", "PKK gel e, gel li vîr e" berz kirin.


‘Azadiya gelê kurd bi saya têkoşina gerîlayên me ne’


Piştî ku cenazeyê Hesen hat veşartin Parlementera HDP’ê ya Amedê Nursel Aydogan axavtinek kin kir. Nursel anî ziman ku ger ciwanên kurdan ji bo azadiya gelan canên xwe feda nekirana têkoşina gelê kurd ne dihat vê ast û wiha got: "Gerîla têmînata gelê kurd e. Îro me Şervan Çiya veşart. Em li ber têkoşina wan serê xwe ditewînin. Li Rojhilata Navîn, gelê kurd bi têkoşîna xwe ya bê hempa, bala hemû kesî kişandiye ser xwe. Bila baş bê zanîn ku azadiya gelê kurd bi saya têkoşina gerîlayên me ne." 

Pîştî axavtina dua hatin xwendin û girse belabû. 


(zt)