Jinên Êzidî banga li xizmên xwe kirin: Vegerin ser axa xwe!
08:42
Derya CEYLAN / JINHA
ELIH – Di demekê de şêniya navçeya Qubînê ya Êlihê bi qasî 20-30 hezaran bû. Niha ji nava navçe û gundên wê hejmara êzidiyên li wan deran jiyan dikin daketiye bin sedî jî cardin ji axa xwe nehatîne qetandin û lig undan bi xwezayî dijîn. Li hemû gund û bajarokên Qubînê kêm jî be yek yan du malbat dijîn. Fatê Tagay ya kul i gundê Ugurca ya girêdayî Qubînê dijî got: “Heger min bi dar ve jî bikin ezê axa xwe nehêlim û bi tu deran de neçim.” Havaş Tagay ya li heman gundî dijî jî got: “Ev demdirêje em li ser vê axê dijîn. Emê ji vê derê neçin. Em dixwazin xizmên me jî paşde vegerin ser axa xwe.”
Heta sala 1980’an jî li gundê Ugurca yê girêdayî Qubînê 250 malên êzidiyan jiyan dikirin. Berî niha çend salan piraniya malbatan ji ber sedemên ji aliyê derdor ve tundiya ser êzidiyan ji herêmê koçî Ewrupa kirin. Gundê Ugurca yê ku berê 60 malbatên êzidiyan têde jiyan dikir niha di ava gund de tenê malbatek êzidî maye. Ji ber sedemên olê xwe û kirina îbadetên xwe êzidî rastî gelek tundiyan hatine. Ji ber wan tundiyan jî neçar mane cîh û warên xwe terikandine û koç kirine. Havaş Tagay ya 60 salî û Fatê Tagay ya 80 salî girêdayî tundiya ser tevayî jiyana xwe û ji ber wan tundiyan neçarmayîna koçberiyê vegotin.
‘Mafê me jî heya em lig ora baweriya xwe bijîn’
Havaş diyar kir ku mafê wan jî heya weke her kesê lig ora baweriya xwe bijîn û wiha domand: “Em li gel xizmên xwe tên bahev û baweriya xwe bi Melekê Tawus tînin. Dema ku em miriyên xwe diveşêrin berê qubleya me li rojêye. Dema ku sunî tên ser ziyaretê duayan duxwînin, em jî duayên tên qebûkirin dixwînin. Em 3 rojan ser hev goristanê ziyaret dikin. Em di dema xwendina duayan de berê xwe didin cihê roj lê hiltê. Lê dema ku hîna roj derneketiye em duayên xwe dixwînin.” Havaş da zanîn ku ew naxwazin axa wan ya ku ji pêşiyên wan weke mîras maye terk bikin û wiha berdewam kir: “ji dema hetime dunyayê heta niha ez li vî gundîme. Min li vî gundî jiyan kir. Lê zarokên min û xizmên min neçar man koçî Ewrupayê kirin. Lê vê derê gelek zilm l ime hat kirin. Ev 3 sale em nikarin li ser axa xwe çandiniyê bikin. Fabirîqeya me na xebite em bi vî awayî nikarin debara xwe bikin.”
‘Ji ber hejmara me kême em nikarin xwe biparêzin’
Havaş destnîşan kir ku wan jiyana xwe heta niha lig ora çanda êzidiyan berdewam kirine. Havaş derbirî ku ji ber êzidîbûna wan ew ji aliyê gundên derdor ve rastî zoriyên mezin hatine. Havaş anî ziman ku niha li wî gundî tenê ew, hevserê xwe û jinek xizmê xwe êzidî dijîn û wiha pêde çu: “Li vî gundî tenê em 3 êzidî hene. Zarokên min jî din av de hemû xizmên me koçî Ewrupa kirine. Ji ber hejmara me kême me nikarin xwe biparêzin. Li vêderê fabrîqayek ya me hebû. Bi giştî nêzî 60 kesan di wê fabrîqeyê de dixebitîn. Niha fabrîqa na xebite. Xizmên me nekarîn li hemberî zilmê bijîn û ji neçarî koçî Ewrupa kirin.”
‘Bi salane êzidî rastî bê mafiyan tên’
'Em hemû evdên xudane ev zilim ji bo çiye?'
Fatê Tagay jî balkişand ser zoriyên heta niha êzidiyan kişandîn û ji ber wan sedeman ji ser axa xwe koç kirîn û wiha got: “Fabrîqeya me ya gelek malbatan debara xwe li ser wê dikir niha girtiye, na xebite. Bêyî me axa me ji destê me der dixin. Heger ev ne zilim be wêdemê çiye? Çima dixwazin axa me ji destê me derxînin? Min gelek zilim dît lê hîna li vê derê dijîm. Maç î ziyana min digihije kê? Ma em hemû ne evdê Xudane, ev zilim çiye?”
‘Ji neçarî xizmên me hemû koçî Ewrupa kirin’
Fatê anî ziman ku hemû xizmên wan ji ser axa xwe koç kirine û çune Ewrupayê û wiha domand: “Heger min bi dar ve jî bikin ezê axa xwe nehêlim û bi tu deran de neçim. Banga min ji bo zarokên min û xizmên min vegerin cîh û warê xwe ne terikînin. Em li vêderê bi tenêne. Mala me ji destê me girtin. Berî niha çend salan jî di vî gundî de 60 mal hebûn. Em hemû li gel hev şanaz bûn tu pirsgirêkên me nebûn. Dema ku ew çun pirsgirêkan despêkirin û her ku diçe mezin dibin. Heger xizmên me neçubana Ewrupayê de ev qas pirsgirêk jî mezin nebana.” Fatê bi vî awayî bang li xizmên xwe yên li Ewrupayê kir ku vegerin ser cîh û warên xwe.
(zt)

